Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê Brezîlyayî yê Real Madridê Vinicius Junior di maça Lîga Şampiyonan a UEFAyê de ji ber dirûşmên nijadperest qad terk kir.
Real Madrid di çarçoveya Lîga Şampiyonan de li deplasmanê bû mêhvanê Benficayê.
Tîma Spanyayê xuleka 51ê bi gola Vinicius Junior 1-0 ket pêş.
Lîstikvanê Brezîlyayî piştî golê ji ber şahiya zêde karta zer dît.
Ji ber nijadperestiyê qad terk kir
Vinicius Junior xuleka 52yan ji ber dirûşmên nijadperest ên alîgirên Benficayê qad terk kir.
Hekem François Letexier maç rawestand.
Gilihê lîstikvanê Benficayê kir
Vinicius Junior ber bi hakem ve bezî û gilih kir.
Stêrka Real Madridê got ku lîstikvanê Benficayê Prestianni jê re gotiye "meymûn."
Maçê piştî navbereke 10 xulekî careke din dest pê kir û Vinicius Junior jî li lîstikê vegeriya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse