Hewlêr (Rûdaw) - Kupaya Cîhanê ya 2026an dê bi mazûvaniya Amerîka, Kanada û Meksîkayê were lidarxistin û vê carê 48 tîm tê de cih digirin.
Maçên 12 komên ku ji 4 tîman pêk tên dê 11ê Hezîranê dest pê bikin.
Xwediyê kupayê jî dê 19ê Tîrmehê di maça fînalê de diyar bibe.
Pişkavêtina Kupaya Cîhanê tabloyeke hevseng derxist holê û vê carê "koma mirinê" çênebû.
Îfadeya "koma mirinê" ji bo wan koman tê bikaranîn ku çend tîmên favorî û bihêz bi hev re dikevin heman komê.
Koma A û tîmên mazûvan
Yek ji welatên mazûvan Meksîka, di Koma Ayê de cih digire û dê di maça vekirinê de bi Afrîkaya Başûr re bilîze.
Lîstina li Stadyuma Aztekê û li ber alîgirên xwe, ji bo Meksîkayê avantajeke mezin e.
Koreya Başûr û Çekya jî tîmên din ên vê komê ne.
Welatekî din ê mazûvan Kanada ye. Kanada di Koma Byê de bi Qeter, Swîsre û Bosna Hersekê re dilîze.
Paraguay û Awistralya jî du tîmên din ên komê ne.
Rêya hêsan a Brezîlyayê
Pişkavêtina ji bo Brezîlyayê rêyeke hêsan xêz kir.
Brezîlya di Koma Cyê de ye û ji bilî Fasê hevrikeke wê ya xurt xuya nake.
Skoçya û Haîtî jî vê komê temam dikin.
Di Koma Fyê de du tîmên bihêz ên Ewropayê Holenda û Swêd tên pêşberî hev.
Di Koma Iyê de Senegal û Fransaya ku sala 2002yan ji aliyê Senegalê ve hatibû têkbirin, dîsa ketin heman komê.
Fransaya ku yek ji favoriyên turnuwayê ye, dixwaze tola sala 2002yan hilîne.
Norwec jî tîmeke din a bihêz a vê komê ye.
Koma Jyê ya ku Arjantîna şampiyona dawî tê de ye jî zêde zehmet xuya nake.
Arjantîn dê bi Cezayîr, Awisturya û Urdinê re bilîze.
Di Koma Lyê de Brîtan û Xirwatistan dê werin pêşberî hev.
Ji Karayîpan Curaçao, ji Afrîkayê Cape Verde (Giravên Kepkêsk) û ji Asyayê Ozbekistan û Urdun cara yekem beşdarî Kupaya Cîhanê dibin.
Favoriyên Kupaya Cîhanê kîjan tîm in?
Spanyaya şampiyona Ewropayê, piştî performanseke bêqisûr a di maçên bêjandinê de wekî favoriya herî mezin a turnuwayê tê nîşandan.
Spanyayê di komên bêjandinê de de bi Tirkiye, Gurcistan û Bulgaristanê re lîst.
Wê di 6 maçan de 5 serkeftin û wekheviyek bi dest xist.
Di kadroya Spanyayê de stêrkên wekî Pedri, Fabian Ruiz, Martin Zubimendi, xwediyê Ballon d'Ora 2024an Rodri û yek ji lîstikvanên ciwan ên herî baş ên cîhanê Lamine Yamal hene.
Brîtan di her du şampiyonên dawî yên Ewropayê de fînal lîstiye.
Ew bi nifşê xwe yê nû êdî dixwaze kupayekê qezenc bike.
Tîma di bin rahêneriya Thomas Tuchel de hemû maçên xwe yên bêjandinê qezenc kirin.
Brîtanyayê qet gol nexwarin û wisa beşdarî Kupaya Cîhanê bû.
Jude Bellingham û Harry Kane stêrkên herî diyar ên vê tîmê ne.
Fransa jî namzedeke xurt e.
Tîma di bin rahêneriya Didier Deschamps de ye, bi xeta xwe ya êrişê ya xurt balê dikişîne.
Lîstikvanên wekî Bradley Barcola, Michael Olise, Kylian Mbappe û Hugo Ekitike di vê tîmê de ne.
Fransaya fînalîsta 2022yan di maçên bêjandinê yên Ewropayê de qet têk neçû.
Arjantîna şampiyona Kupaya Cîhanê ya dawî jî maçên bêjandinê yên Amerîkaya Başûr bi serkeftî qedandin.
Arjantînê 9 puan ferq avêt Ekvadora di rêza duyem de.
Arjantînê 4 salên dawî 2 caran Copa America û carekê jî Kupaya Cîhanê biriye mala xwe û gelekî xurt e.
Her çend Brezîlyayê tişta ji wê dihat hêvkirin neda be jî mirov nikare wê paşguh bike.
Brezîlyayê di 18 maçan de 6 têkçûn dîtin û di rêza pêncem de cih girt.
Tîma ku şampiyoniya xwe ya dawî beriya 22 salan bi dest xistiye, her tim xwedî şans e.
Tîmên ku dikarin surprîzan bike
Norwec ji sala 1998an ve cara yekem e beşdarî Kupaya Cîhanê dibe.
Norwecê her çend heta niha tura 16an derbas nekiriye jî wê bi saya 16 golên Erling Haaland bal kişand ser xwe.
Norwecê hemû maçên xwe yên bêjandinê qezenc kirin.
Wê Îtalyaya ku 4 caran bûye şampiyon hem li mala wê hem jî li deplasmanê têk bir û ev ji bo Norwecê serkeftineke mezin e.
Fas jî yek ji wan tîman e ku hemû maçên xwe qezenc kirine û di rêzbendiya cîhanê de di rêza heştem de ye.
Tê payîn ku Fas ji koma xwe ya bi Brezîlya, Skoçya û Haîtiyê re derkeve.
Misir bi pêşengiya Mohamed Salah dixwaze ku ji koma Belçîka, Zelanda Nû û Îranê derkeve.
Yek ji tîmên herî xurt ên Asyayê Japonya ye.
Wê di 16 maçên bêjandinê de tenê 3 gol xwarin û bi hêsanî beşdarî turnuwayê bû.
Japonyayê dawiya meha adarê li Wembleyê 1-0 zora Brîtanyayê bir.
Ew bi Holenda, Tunis û Swêdê re di heman komê de ne.
Kolombiya piştî performanseke xurt a li Amerîkaya Başûr, di turnuwayê de bixwebawer e.
Kolombiyayê Brezîlya û Arjantîn têk birin û di rêza sêyem de cih girt.
Yek ji welatên mazûvan Kanada jî di nav tîmên surprîz de tê dîtin.
Her çend wan 6 maçên xwe yên berê yên Kupaya Cîhanê winda kiribin jî ketina nav koma Qeter, Swîsre û Bosna Hersekê ji bo wan avantajeke mezin e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse