Namo Fazil bi teknîka anakondayê zora hevrikê xwe bir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Namo Fazil MMA Serkeftin Jake Babian
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namo Fazilê lîstikvanê jêhatî yê Kurd ê MMAyê di çalayakiya yekemîn a werzişî ya platforma Netflixê de li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê, bi alaya Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xist.

Namo Fazil li Salona Intuit Domeyê hat pêşberî hevrikê xwe yê Amerîkayî Jake Babian.

Di xula yekem de, Babian pir êrişker dest pê kir û bi lêdanên xurt zext li Namo kir lê lîstikvanê Kurd bi taktîk û berxwedaneke mezin li ber xwe da.

Guherîna mezin di xula duyem de çêbû.

Di çirkeya 58an a vê xulê de, Namo Fazil bi zîrekiyeke mezin kontrola pevçûnê girt destê xwe û bi teknîkeke dijwar a ku wekî "Anakonda Choke" tê naskirin, stûyê hevrikê xwe yê Amerîkayî girt.

Babian li ber wê zexta giran nekarî raweste û berî ku zerereke mezin bibîne, bi destê xwe nîşan da û teslîm bû.

Navê vê teknîka ku Namo bi kar anî, ji marê anakondayê tê, çimkî mîna mar stûyê hevrikê xwe dorpêç dike heta ku wî neçarî teslîmbûnê dike.

Rêya ber bi UFCyê ve

Bi vê serkeftinê, niha tomara Namo Fazil gelekî xurt e; 10 serkeftinên wî hene û tenê carekê zora wî çûye.

Ev destkefta mezin a ku bi awayekî zindî li ser Netflixê hat weşandin, rê ji bo Namo vekir ku di paşerojeke nêzîk de di rêza pêşîn a lîstikvanên cîhanî yên UFCyê de cih bigire.

Ev serkeftina dîrokî di nav qêrînên "Kurdistan, Kurdistan" ên spîker û beşdaran de hat tomarkirin.

Niha Namo Fazil wekî yek ji stêrkên geş ên MMAyê li Amerîkayê tê naskirin û wî karî careke din navê Kurdan di navendên werzişî yên cîhanî de bilind bike.

Namo Fazil piştî serkeftina xwe ya mezin a îro di nav qefesa şer de axivî û got:

"Me gelekî qal kir, me gotina xwe bi ciha anî.

Niha ez amade me ku sibe dîsa şer bikim, bi her kesî re û li her derê."

Peyama biratiyê ya ji bo Ermenan

Namo di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê Instagramê li ser wê pirsgirêka ku piştî maçê di navbera wî û Arman Tsarukyan de çêbûbû belav kir got:

"Dema min jê re got divê em pê re biaxivin, min hîn ew vîdeo nedîtibû ku tê de lêborîna xwe ji gelê Kurd dixwaze.

Ez û Arman em her du di heman tîmê de rahênanê dikin û ti pirsgirêkên me bi hev re nînin."

Lîstikvanê qehreman ê Kurd li pey çû:

"Ez naxwazim kes vê mijarê mezin bike yan jî di navbera me de pirsgirêkan derxe.

Tiştê ku qewimî tenê şaşfêmkirinek bû ji her du aliyan ve.

Ez qedrê wê yekê digirim ku Arman xeletiya xwe qebûl kir û lêborîn xwest, ez hêvî dikim ev mijar li vir biqede.

Wekî ku min berê jî gotiye, Kurd û Ermen bira ne.

Ev mijar ji bo min ne tenê mijareke kesî bû, pêwendiya wê bi gelê min re hebû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst