Mardîn 1969 Sporê mafê play-offê bi dest xist

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mardîn 1969 Spor Maraşspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Mêrdînê Mardîn 1969 Spor di qada xwe de bi Fethiyesporê re 0-0 ma û lîg bi 71 puanan di rêza duyem de temam kir.

Mardîn 1969 Spor dê  di play-offê de bi Maraşsporê bilîze û serkeftiyê wê maçê dê derkeve Lîga Yekemîn.

Mardîn 1969 Sporê di hefteya 34emîn a Lîga Duyemîn a Nesîneyê ya Tirkiyeyê de, mazûvaniya Fethiyesporê kir.

Maça ku li Stadyuma Bajêr a Mêrdînê ya 21ê Çiriya Paşîn hat lîstin û ji aliyê alîgiran ve rastî eleqeyeke zêde hat, bê gol bi dawî bû.

Rîkeberê play-offê yê Mêrdînê Maraşspor e

Mardîn 1969 Sporê bi vê encamê re, puanên xwe derxistin 71an û lîg di rêza duyem de temam kir û mafê lîstina play-offê bi dest xist.

Rîkeberê tîma Mêrdînê yê di tûra play-offê de jî Maraşspor e. 

Maça Mardîn 1969 Spor - Maraşsporê ya ku di rêya derketina lîga jor de xwedî girîngiyeke mezin e, dê 30yê Nîsanê were lîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst