Serokê Diyarbekirsporê: Ji ber nijadperestiyê em 1 - 0 têkçûyî derdikevin qadê

26-02-2024
RÛDAW
Serokê Diyarbekirsporê Serkan Genç/Wêne: Rûdaw
Serokê Diyarbekirsporê Serkan Genç/Wêne: Rûdaw
Nîşan Diyarbekirspor Afyon Serkan Genç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî lîstika tîmên HES Îlaç Afyonspor û Diyarbekirsporê êrişî lîstikvanên Diyarbekirsporê hat kirin û lîstikvanek birîndar bû.

Di Lîga Duyem a Grupa Spî de HES Îlaç Afyonspor û Diyarbekirspor doh li Stadyuma Zaferê hatin hemberî hev û lîstik 0-0 bi dawî bû.

Serokê Diyarbekirsporê Serkan Genç derbarê êrişên li Afyonê bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk da.

Serkan Genç got, “Doh di maça li Afyonê de em rastî zehmetiyên mezin hatin, em rastî nijadperestiyê hatin. Em gilî li hemû hêzên ewlehiyê nekin jî lê amîrên yek stêrk ên hêzên ewlehiyên hebûn.

Lîstîkvanê me Yasîn Ulger hat derbkirin. Rahênerê me Hakan Yilmaz hat derbkirin. Ew îro jî çû cem bijîşk.

Her cara ku em diçin deplasmanê em rastî nijadperestiyê tên. Em dibêjin êdî bes e.”

“Em 1-0 têkçûyî derdikevin qadê”

Serkan Genç diyar kir ku ji ber êrişên berê dema ku ew diçin deplasmanê bi awayekî psîkolojî ew têkçûyç derdikevin qadê û wiha pê de çû:

“Dema ku em dakevin qadan ji ber temaşevanan û helwestên wan ên nijadperest jixwe em 1-0 tekçûyî derdikevin qadê.

Amedeke ku xizmeta şaristaniyan kiriye heye. Kîjan klub dibe bila bibe em bi awayekî xweş pêşwaziya wan dikin.

Em lîstikvan û rêveberan hembêz dikin û wan dişînin. Lê belê em diçin kîjan deplasmanê, rastî zehmetiyên mezin tên.

Tiştên ku doh anîn serê lîstikvan û rêveberên me, em van qebûl nakin, em dibêjin êdî bes e.”

Serokê Diyarbekirsporê Serkan Genç, diyar kir ku di dîmenan de kesên êrişî lîstikvan û rêveberan kiriye hene û ew li bendê ne ku hêzên ewlehiyê derbarê van kesan de bikeve tevgerê û berdewam kir:

“Li Rêveberiya Ewlehiyê dîmenên derbarê êrişê hene. Eger bibînin û pê re eleqedar bibin, em dê kêfxweş bibin.

Em bi hemû tîmên herêmê re bira ne. Ya li Stenbolê çi be, tîma me ya li Amedê jî heman tişt e. Afyon çi be, bajarîn din jî heman tişt in. Em ti carî cudakariyê nakin.

Em dixwazin di nav aştî û biratiyê de bijîn, em dibêjin êdî bes e.”

“Ji sedî 98ê lîstikvanên me bajarên rojava tên”

Alîkarê Serokê Diyarbekirsporê Îbrahîm Kayik jî diyar kir ku ji sedî 98ê lîstikvanên wan ji parêzgehên rojavayê Tirkiyeyê ne û dema rastî êrişan tên ew fêm nakin û wiha axivî:

“Van êrişan mirûzê me xera kir. Amed, Afyon, Konya, Wan, Xarpêt em hemû yek in, tu kes ji kesî ne zêdetir e. Em hemû wek hev in.

Em dixwazin di nav aştî û aramiyê de bin. Ew jî tên cem me deplasmanê. Di rewşeke biratiyê de em bi awayekî herî xweş em wan pêşwazî dikin.

Ji aliyê me ve ti pirsgirêkek dernayê. Em heman hesasiyetê ji wan jî dixwazin. Em tîmeke vî welatî ne, em li ser navê vî welatî werzişê dikin.

Eger pêwîst bike em lîstikvanan dişînin tîmên neteweyî jî. Me armanca ku em cuda dikin fêm nekir.

Di tîma me de 2 Amedî hene, yên din ji Trabzon, Wan, Erzirom, Stenbol û Îzmîrê tên. Ango ji sedî 98ê lîstikvanên me bajarên rojava tên, Tirk in, Çerkez in.

Dem ku ew rastî van êrişan tên matmayî dimînin. Dibêjin em ji Rîzeyê ne, ji Sêwazê ne çima ev êriş tên kirin. Li hemberî vê neheqiyê şok dibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst