Parlamentoya Îsraîlê desthilata şer da Netanyahu

01-05-2018
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Benjamin Netanyahu Şer
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Parlementoya Îsraîlê ya naskirî bi Knêsêt desilata da serokwezîr û wezîrê berevaniya wî welatî ku bê vegera ji bo parlementoyê biryara şer li derveyî sînorên Îsraîlê bidin.

 

Parlementoya Îsraîlê projebiryarek pejirand, ku deselatê dide serokwezîrê wî welatî  di demên pêwîst û dijwar de şer rabigehîne.

 

Piştî vê biryara parlamentoya Îsraîlê, ji niha û şûnde serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahû ji bo biryardana şer bi tenê pêwîstî bi razîbûna wezîrê berevaniya kabîneya xwe dibe.

 

Di dema derbasbûyî de çend caran balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî ser bingehên serbazî yên Îranê li Sûriyê kirine, ku di encama wan êrişan de hejmarke leşkerên îranî yên li Sûriyê hatine kuştin.

 

Berpirsên Îranê gefên tolhildana wan êrîşan dikin û dibêjin, Îsraîl dê baceke giran bide.

 

Di hember wan gefên Îranê de, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê jî ragihandiye, eger Îran êrîş bike ser welatê wan, ew jî dê dest bi êrîşan bo ser armancên îranî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst