Sererkanê Îsraîlê gefa şerekî nû li Îranê xwar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran Şer Eyal Zamir Amerîka Benjamin Netanyahu Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir amaje bi wê yekê kir ku ew dikarin careke din êrişî Îranê bikin û gef xwar ku ew dê "dijminên xwe li cihê pêwîst, li eniyên nêzîk û dûr" bikin armanc.

Li gorî nûçeya rojnameya The Times of Israelê, Sererkanê Artêşê Eyal Zamir tekez kir ku Îran di navenda "şerê" herî dirêj û aloz de ye ku Îsraîl ji roja damezirandina xwe ve dimeşîne.

Zamir diyar kir ku Îran li pişt planên rûxandina Îsraîlê ye û gef xwar ku artêşa Îsraîlê dê "li her cihê pêwîst, li eniyên nêzîk û dûr ki dijminên xwe" bixe.

Hat îdiakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê hefteya bê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive û planên êrişeke nû ya li dijî Îranê pêşkêşî wî bike.

Şerê ku bi êrişên dijwar dest pê kir

Îsraîlê Nîsan û Çiriya Pêşîn a 2024an êrişî Îranê kiribû û sîstemên wê yên parastina asmanî kiribûn hedef.

Îsraîlê 13ê Hezîrana 2025an dest bi êrişên berfireh kiribû.

Di van êrişan de di serî de tesîsên nukleerê yên li bajarên cuda, fermandariya bilind a artêşê jî hatibû hedefgirtin.

Di êrişan de Sererkanê Artêşa Îranê, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran, hinek fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerî hatibûn kuştin.

Desttêwerdana Amerîkayê û bersiva Îranê

Amerîkaya ku piştgiriyê dide Îsraîlê, 22yê Hezîranê êrişî 3 tesîsên nukleerê yên Îranê yên li Netenz, Fordo û Îsfehanê kiribû.

Îranê jî wekî bersiva êrişa Amerîkayê 23yê Hezîranê Baregeha Esmanî ya El-Udeydê ya Amerîkayê ya li Qeterê kiribû hedef.

Bîlançoya şer

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihandibû ku di êrişên Îsraîlê de herî kêm 627 sivîlan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 4 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, di êrişên mûşekî yên Îranê de yên ku wekî bersiv hatibûn lidarxistin 28 kes mirine û hezar û 272 kes jî birîndar bûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîranê ragihandibû ku di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst