Bîranîna Bûyerên Geziyê: 59 kes hatin desteserkirin

01-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, di bîranîna 10emîn salvegera Bûyerên Geziyê de 59 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Stenbolê ragihand ku li Beyogluyê 59 kesên ku dixwestin bê destûr xwepêşandanê bikin û guh nedan hişyariyan, hatin desteserkirin.

Di ser Bûyerên Geziyê re, ku sala 2013an li Qada Taksimê ya Stenbolê rû dabûn 10 sal derbas bûn. Sala 2013an li Qada Taksim a Stenbolê, li ser hewla çêkirina avahiyekê çalakvanan nerazîbûn nîşan dan û bûyerên li Qada Taksimê destpê kirin li çend bajarên din ên Tirkiyê jî belav bûn. Di encama bûyeran de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 9 hezar 63 kes birîndar bûn.

Roja 31ê Gulana 2023ê bi sedan kes bi armanca bîranîna Bûyerên Geziyê li Parka Geziyê ya li Taksimê hatin ba hev meşiyan. Kesûkarên qurbaniyên Bûyerên Geziyê jî beşdarî çalakiyê bûn.

Polîsan rê nedan çalakvanan ku dixwestin ji 3 xalan ber bi Qada Taksimê bimeşin û alozî çêbun. Di encama aloziyê de li 3 cihan 59 çalakvan hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin bo rêveberiya ewlekariyê hatin birin.

Parêzerên çalakvanan ragihandin, polîs rê nade ku bi 59 kesên desteserkirî re hevdîtinê bikin û bang li Yekitiya Baroyên Tirkiyê kirin. Herwiha hat ragihandin du çalakvan ji serê xwe birîndar bûne.

Polîsan rê neda ku parêzer daxuyaniyê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst