کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu

Cîhan

Fransayê ji ber operasyona ser Rojava hişyarî da Tirkiyê

RÛDAW

RÛDAW

01-12-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW01-12-2022

Nûçeyên Têkildar

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da
Cîhan26-11-2026

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene
Cîhan26-11-2026

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir
Cîhan25-11-2026

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Fransayê di pêwendiyeke telefonî de li gel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dilgiraniya xwe ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê anî ziman û hişyarî da ku ew êrîş aramiya li herêmê têk dibe û ziyanê digihînin şerê li dijî DAIŞê.

Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastien Lecornu pêr di 29ê Mijdarê de pêwendiyeke telefonî li gel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar pêk aniye û di wê pêwendiyê de behsa êrîşa nû ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Fransayê, di wê pêwendiya telefonî de her du wezîran rewşa ewlekarî ya li Sûriye û Iraqê nirxandine û Wezîrê Berevaniya Fransayê ji hevtayê xwe yê Tirk Hulusî Akar re gotiye, êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dibe sedem ku DAIŞ careke din xwe birêxistin bike, selametiya endamên Hevpeymaniya Navdewletî bixe metirsiyê û zirarê bigihîne destkeftên Hevpeymaniyê yên di şerê dijî DAIŞê de.

Sebastien Lecornu destnîşan kiriye, mudaxeleya leşkerî ya muhtemel a Tirkiyê bi taybetî li rojhilatê Firatê, xeteriya têkbirina îstiqrar û aramiyê li herêmê zêde dike.

Wezîrê Fransî herwiha tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi erkê "têkoşîna dijî terorê" kir.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Fransayê de herwiha tê gotin, ku Lecornu ji ber êrîşên li dijî Tirkiyê dilgiraniya xwe nîşan daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, di wê pêwendiya telefonî de mijarên parastin û ewlekariyê yên dualî û herêmî ji aliyê Akar û Lecornu ve hatine gotûbêjkirin.

Pirsên