Brazîl balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê vediguhezîne Orşelîm-Qudsê

02-11-2018
RÛDAW
Nîşan Brazîl Balyozxane Tel Avîv Orşelîm Quds
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê nû yê Brazîlê ragihand ku ewê balyozxaneya xwe ji Tel Avivê bo Orşelîm-Qudsê veguhêzin.

 

Piştî serkeftina wî di hilbijartinan de, serokê nû yê Brazîlê Jair Bolsonaro ragihand ku ew bi niyet in balyozxaneya welatê xwe ji Tel Avîvê bo Qudsê di demeke nêzîk de veguhêzin.

 

Bolsonaro di hesabê xwe yê Twitterê de nivîsandiye: “Weke ku me berê di dema kampanya hilbijartinan de ragihandibû, em bi niyet in balyozxaneya xwe ya li Israîlê ji Tel Avîvê bo Qudsê veguhêzin û Israîlê xwedî serwerî ye û divê em rêzê li wê yekê bigirin.”

 

Jair Bolsonaro di bersiva pirseke rojnameyekê de berê ragihandibû ku divê Israîl di hilbijartina paytexta xwe de azad be.

 

Eger Brazîl balyozxaneya xwe veguhezîne Orşelîm – Qudsê, ew dibe sêyem welat piştî Amerîka û Guatîmala ku balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bo Qudsê vediguhêzin.

 

Bolsonaro roja yekşema derbasbûyî di hilbijartinan de bi ser ket û bi daxuyaniyên xwe yên balkêş tê naskirin, ku weke Trumpê Brazîlê tê binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst