Hewlêr (Rûdaw) – Li New Delhiya paytexta Hindistanê kesekî ku balyozxaneyeke sexte vekiribû û bi soza peydakirina kar li derveyî welat pere ji xelkê distandin hat desteserkirin.
Birêvebiriya Polîsê Hindistanê ragihand, Harsh Vardhan Jainê 47 salî, “Balyozxaneya sexte ya Cemsera Bakurrojava” li xaniyekî bi kirê li Ghaziabadê ya herêma Uttar Pradeshê bi rê ve dibir.
Polîs her wiha amaje pê kir, Jain îdia dikir ku ew balyozê welatên wekî “Cemsera Bakurrojava, Saborga, Polvia û Lodoniayê” ye ku ev tenê navên xeyalî û sexte ne.
Her wiha hat ragihandin ku ji bo îsbatkirina îdiayên xwe, wî otomobîlên bi plakayên dîplomatîk ên sexte bi kar anîne û wêneyên xwe yên sexte yên bi serokên Hindistanê re belav kirine.
Birêvebiriya Polîsê Hindistanê di daxuyaniya xwe de got:
“Çalakiyên wî yên sereke ji bilî birêvebirina toreke hewaleya neyasayî ya bi rêya şirketeke sexte ew bûn ku wekî navbeynkarekî ji bo peydakirina derfetên kar li welatên biyanî ji bo şirket û takekesan dixebitî.”
Harsh Vardhan Jain her wiha bi spîkirina pereyan jî tê tohmetbarkirin.
Polîs ragihand ku di dema lêgerîna li mala Jain de wan tevî 53 hezar û 500 dolarên Amerîkî dest daniye ser pasaportên sexte û belgeyên sexte yên ku mohra Wezareta Karên Derve ya Hindistanê li ser wan bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse