Li Qudsê 7 Îsraîlî hatin kuştin: Hemasê berpirsyariya êrişê girt ser xwe

09-09-2025
RÛDAW
Nîşan Hemas Lîwayên Qesamê Quds Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baskê çekdar ê Hemasê, Lîwayên Îzedîn El Qesamê berpirsyariya êrişa çekdarî ya li Qudsê girt ser xwe ku di encamê de 7 Îsraîlî hatibûn kuştin.

Lîwayên Qesamê di daxuyaniyekê de ragihand ku êriş li devera Ramotê pêk hatiye û got:

"Di operasyonê de 7 Siyonîst hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn ku rewşa hinekan giran e."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êriş peyameke zelal e ku hewldanên ji bo têkbirina berxwedanê dê tenê bibe sedema rijandina xwîna leşker û niştecihên Îsraîlê.

Hemasê jî êrişa ku tê de 7 Îsraîlî hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn, wekî "bersiveke xwezayî ya li hemberî sûcên Îsraîla dagirker" bi nav kiribû.

Komên Filistînî van êrişan wekî "bertekeke xwezayî" ya li hemberî êrişên Îsraîlê yên li Xeze û Şerîeya Rojava dinirxînin.

Li gorî amaran, ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve artêşa Îsraîlê û şêniyên Îsraîlî li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat herî kêm hezar û 18 Filistînî kuştine, nêzîkî 7 hezar kes birîndar kirine û zêdetirî 19 hezar kes jî desteser kirine.

Li Xezeyê jî di êrişên Îsraîlê de 64 hezar û 455 Filistînî hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in û 162 hezar û 776 kes jî birîndar bûne.

Her wiha zêdetirî 9 hezar kes winda ne û bi sed hezaran kes koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst