Almanyayê pere dan, vegera li Tirkiyeyê zêde bû

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Veger Teşwîq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku hejmara kesên li Almanyayê daxwaza penaberiyê kiribû û bi teşwîqên darayî vegeriyane welatên xwe, ji sedî 60 zêde bûye.

Sala 2025an ji sedî 33yê kesên ku bi teşwîqa "derfeta destpêkeke nû" ji Almanyayê derketine, vegeriyane Tirkiyeyê.

Di nav kesên ku bi teşwîqên darayî yên dewleta Almanyayê bi daxwaza xwe vedigerin welatên xwe de, welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza yekem de ne.

Daîreya Federal a Koç û Penaberan (BAMF) doh daxuyaniyek da û bal kişand ser wê yekê ku sala 2025an  hejmara kesên bi piştgirî û teşwîqên dewleta Almanyayê bi daxwaza xwe vegeriyane welatên xwe, bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Li gorî daxuyaniyê, sala 2024an 10 hezar û 358 kesên ku daxwaza penaberiyê kiribû bi xwesteka xwe ji Almanyayê derketibûn.

Ev hejmar sala 2025an gihiştiye 16 hezar û 579 kesan.

Di vegera bi teşwîqê de Tirkiye di rêza yekem de ye

Li gorî amarên BAMFê, tenê sala par 4 hezar û 432 kes bi teşwîqên dewleta Almanyayê vegeriyane Tirkiyeyê.

Bi vî rengî, ji sedî 33yê kesên ku vegera bi daxwaza xwe qebûl kiriye, vegeriyane Tirkiyeyê û ev jî rêjeya herî zêde ye.

Piştî Tirkiyeyê, bi rêjeya ji sedî 27an Sûriyeyî tên.

Sala borî, 3 hezar û 678 Sûriyeyî bi teşwîqên darayî vegeriyane Sûriyeya ku tê gotin şerê navxwe lê bi dawî bûye.

Her wiha ji sedî 10ê kesên vegeriyane çûne Rûsyayê, ji sedî 7 çûne Gurcistanê û ji sedî 6 jî vegeriyane Îraqê.

Sîstema vegera bi daxwaza xwe, ji bo kesên ku şansê wan ê wergirtina mafê penaberiyê kêm e, derfetê çêdike ku bêyî rûbirûyî rêkaran bibin vegerin.

Dewleta Almanyayê di çarçoveya bernameyên teşwîqê de lêçûnên rê, alîkariya diravî û lêçûnên tenduristiyê yên wan kesan dabîn dike û ji bo ku li welatê xwe dest bi jiyaneke nû bikin piştgiriyê dide wan.

Piştgiriyên ji bo destpêkeke nû

Di daxuyaniya BAMFê ya ku li ser malpera xwe belav kiriye de piştgiriyên ji bo "destpêka nû" wiha hatine rêzkirin: Perwerdeya pîşeyî, alîkariya dîtina kar, piştgirî ji bo avakirina karsaziyên piçûk, peydakirina xanî, şêwirmendiya civakî û tendirustiyê.

Hatiye diyarkirin ku kesên belgeya wan a manê heye jî dikarin serî lê bidin.

Her wiha tê gotin: "Dema pêvajoya daxwaza we ya penaberiyê berdewam dike jî hûn dikarin serî li navendên şêwirmendiya vegerê bidin. Ev yek bandoreke neyînî li encama dozên we nake."

Li gorî agahiyan, heta niha piştgiriya vegera bi daxwaza xwe hatiye dayîn ku 700 hezar kes vegerin zêdeyî 100 welatan.

Ji bo hikûmeta Merz zêdebûna ji sedî 60î nîşaneyeke girîng e

Hikûmeta Almanyayê ya bi serokatiya Friedrich Merz, "rawestandina koça bêserûber" wekî karê pêşî dibîne û vê zêdebûna vegera bi daxwaza xwe wekî serkeftinekê dinirxîne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Federal Alexander Dobrindt diyar kir, hejmara kesên ku sala 2025an ji ber nebûna şansê penaberiyê ji Almanyayê derketine, li gorî sala berê ji sedî 60 zêde bûye.

Dobrindt da zanîn ku ev yek di hewldanên sînordarkirina koça bêserûber de bipêşketineke girîng e.

Serokê BAMFê Hans-Eckhard Sommer jî derbarê mijarê got: "Teşwîqkirina vegera bi daxwaza xwe, bingeha polîtîkayeke berpirsyar a koçberiyê ye.

Armanca me ew e ku em vegereke mayînde ji bo penaberan ber bi welatên wan ve dabîn bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst