Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê hevparên koalîsyonê li ser pêkanîna sîstema penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (GEAS) li hev kir.
Armanc sînordarkirina koçberiya bêserûber û bilezkirina pêvajoyên penaberiyê ye.
Hikûmeta koalîsyonê li ser kîjan mijaran li hev kir?
Kesên ku wekî "bûyerên Dublinê" tên binavkirin û berê li welatên din ên Ewropayê hatine qeydkirin an jî li wir daxwaza penaberiyê kiriye, dê heta sê mehan di navendên taybet ên penaberiyê de bên girtin.
Hikûmeta Almanyayê armanc dike ku bi rêgezên tundtir vegerandinê hêsan bike û rê li ber windabûna penaxwazan bigire berî ku werin dersînorkirin.
Lê hikûmetên eyaletan ên ku berpirsên vê mijarê ne, dê biryarê bidin ka ev navendên taybet bên avakirin yan na.
Ji bo ku sîstema nû ya penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (GEAS) bikeve meriyetê, divê Meclisa Nûnerên Eyaletan (Bundesrat) jî wê pesend bike.
Gelo biryara nû hemû penaberan li xwe digire?
Li gor DWyê, bi vê biryarê re armanc ew e ku heta gengaz be ji rewşên dijwar dûr bikevin.
Sebastian Fiedlerê pisporê polîtîkayên navxwe yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ku hevpara hikûmetê ye li ser mijarê got:
"Ji bo me girîng bû ku em nebin sedema mexdûriyetên ku dikare rê li ber wan bê girtin, bi taybetî ji bo zarok û malbatan û parastina komên hestyar (hesas) dabîn bikin.
Ev yek ji bo rêlibergirtina girtina zarokan, dabînkirina xizmetên tenduristiyê yên têrker û sînordarkirina neçariya malbatan a manê di navendên penaberiyê de hat kirin."
Tê pêşbînîkirin ku kesên temenê wan piçûk û malbatên wan, wekî rêgezekê piştî şeş mehan xaniyekî guncav bibînin û ji van tesîsan derkevin.
Penaxwaz dê kengî bikaribin bixebitin?
Kesên di pêvajoya penaberiyê de ne û yên ku bi awayekî demkî destûra manê (tolere) wergirtiye, dê di paşerojê de gelekî zûtir bigihin bazara kar.
Berê divabû mirov şeş mehan bimana, niha plan ew e ku ev dem dakeve sê mehan.
Fiedler derbarê vê jî got, "Her kesê ku li Almanyayê dijî, divê bikaribe debara xwe bi xwe bike."
Her wiha koalîsyon dixwaze xizmetên tendirustiyê ji bo zarokên penaxwaz baştir bike.
Armanca di 36 mehên pêşî de ne tenê tedawiya jan û miayeneyên parastinê ye, armanc her wiha ew e ku çarçoveya piştgiriya tenduristiyê ya ku ew werdigirin were berfirehkirin.
Aliyên ku tên rexnekirin ên qanûna nû çi ne?
Rêxistinên mafên mirovan sîstema nû ya penaberiyê bi tundî rexne dikin.
Berdevka polîtîkayên hiqûqê ya komeleya PRO ASYLê Wiebke Judith, bangî parlamenteran dike ku biryarên nerênî yên li ser mafên mirovan ên wekî "sînordarkirina azadiyê û desteserkirinê" ji qanûnê derxin.
Li gor Judith, partiyên hikûmetê bi lihevkirina li ser pêkanîna GEASê li Almanyayê, li dijî penaxwazan helwesteke tundtir werdigirin:
"Di pêşerojê de penaxwaz dê ji destpêkê ve bi qedexeya derketina ji tesîsan re rû bi rû bimînin, pêşî bi şev û pişt re jî bi roj.
Her wiha di hinek rewşan de rîska desteserkirina di pêvajoya penaberiyê de jî heye.
Zarok û komên din ên hestyar jî ji vê yekê nayên dûrxistin.
Di van xalan de, biryara li Almanyayê bi awayekî eşkere ji ya ku hiqûqa Yekîtiya Ewropayê wekî mecbûrî ferz dike, wêdetir diçe."
Armanca Sîstema Penaberiyê ya Hevpar a Ewropayê (GEAS) çi ye?
Reforma ku Yekîtiya Ewropayê di bihara 2024an de qebûl kir, armanc dike ku sîstema penaberiyê ya Ewropayê rêkûpêktir û bikêrhatîtir bike, koçberiya bêserûber bihêztir sînordar bike û pêvajoyên penaberiyê bileztir bike.
Tê pêşbînîkirin ku ev pêvajo di paşerojê de bi giranî li ser sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê werin meşandin.
Pirsgirêka sereke ya heta niha ew bû ku welatên li ser sînorên derve yên mîna Îtalya, Bulgaristan, Xirwatistan an jî Yunanistanê, tevî rêgezên Yekîtiya Ewropayê jî koçberên ku ji van welatan derbasî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê dibûn dîsa qebûl nedikirin.
Li gor Wezîrê Karên Navxwe yê Federal Alexander Dobrindt, GEAS ne têrker e lê dîsa jî "bingehek e ji bo pêkanîna guhertina di koçberiya Ewropayê de."
Piştî pêvajoyeke adaptebûnê ya du salan, divê heta Hezîrana 2026an biryarên GEASê li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê di meriyetê de bin.
Li Almanyayê tê hêvîkirin ku ev yek hîn zûtir pêk were, tê gotin ku Meclisa Federal dikare di meha sibatê de pêşnûmeya qanûnê ya guhertî qebûl bike.
Gelo kesên ku daxwaza wan a penaberiyê hatibe redkirin dê bişînin welatên sêyem?
Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Dobrindt, navendên vegerandinê (Return Hubs) yên li derveyî Yekîtiya Ewropayê herî kêm wekî "modelên nûjen" dibîne.
Ji bilî Almanyayê; Awistirya, Danîmarka, Holenda û Yunanistan niha piştgiriyeke xurt didin navendên bi vî rengî.
Her çi qasî rexnegir guman dikin ka ev navend bi hiqûqa Ewropayê re li hev dikin an na, armanc ew e penaxwazên ku daxwaza wan hatiye redkirin, eger li welatên wan neyên vegerandin, li derveyî Yekîtiya Ewropayê werin bicihkirin.
Planên li ser pêvajoyên penaberiyê yên li welatên sêyem niha li ser maseyê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse