Rûsya: Em amade ne uranyuma Îranê wergirin

3 demjimêr berê
Nîşan Rûsya Îran Uranyum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Kremlînê ragihand, Moskow hewldanên xwe yên ji bo kêmkirina rageşiya girêdayî dosyeya atomî ya Îranê didomîne û ji bo veguhastina uranyuma meyandî amadebûna xwe nîşan daye.

Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitry Peskov ragihand, mijara ku ew uranyuma meyandî ya Îranê veguhêzin Rûsyayê, ne pêşniyareke nû ye û Moskowê ji mêj ve ew destpêşxerî (înîsiyatîv) wekî rêyeke ji bo rakirina "sedemên acizker" xistiye rojevê û got:

"Rûsya li gel hemû aliyan di pêwendiyeke berdewam de ye û amade ye li gorî şiyanên xwe kar ji bo aramkirina rewşê bike."

Li hêla din, medyaya Amerîkayê eşkere kir ku Koşka Spî ji bo li Stenbolê li gel berpirsên Îranê bicivin çiraya kesk pê xistiye.

Li gorî malpera Axiosê, civîn dê di navbera Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de were kirin.

Medyaya Îsraîlê di wê derbarê de eşkere kir, Enqereyê pêşniyar kiriye ku ew 440 kîlogram uranyuma meyandî ya Îranê ya ku bi rêjeya ji sedî 60 hatiye meyandin veguhêze Tirkiyeyê.

Li gorî şîroveyan, birêvebiriya Donald Trump ji ber pêwendiyên bihêz ên navbera Trump û Erdogan, li gorî Rûsyayê, Tirkiyeyê wekî "parêzerekî bi ewletir" dibîne ji bo hilanîna wê rêjeya uranyumê.

Mehên Nîsan û Hezîrana 2025an di navbera Îran û Amerîkayê de gerên dan û standinên nerasterast li Roma û Mesqedê hatin kirin lê ji ber êrişên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê neçûne serî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst