Efrîn bûye mijara sereke ya medyaya cîhanê

04-02-2018
RÛDAW
The Armenian Weekly: Civaka navdewletî nikare pişta Efrînê bigre
The Armenian Weekly: Civaka navdewletî nikare pişta Efrînê bigre
Nîşan Efrîn Cîhan Tirkiye Êrîş Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê bûye mijara sereke ya medyaya cîhanê, dîmenên ku têne belavkirin nêrîna cîhanê ya li hember operasyona Tirkiyê guherandiye û civaka navdewletî daxwaza rawestandina şerê Efrînê dike.

 

Rojnameya The Armenian Weekly bi manşeta “Civaka navdewletî nikare pişta Efrînê bigre” mijarek belav kiriye û têde hatiye diyarkirin ku roja 20ê Çileyê Artêşa Tirkiyê dest bi êrîşa ser Kantona Efrînê kiriye û Serokomarê Tirkiyê jî dibêje ku ev êrîş ji bo têkşikandina YPG û PYDê pêwîst in ku bi baweriya Erdogan ew hêzên çekdarî alîkariya "terorîstan" dikin.

 

The Armenian Weekly nivîsandiye ku tohmetên Serokomarê Tirkiyê ji rastiyê dûr e, çimku çend sal in Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) şerê dijî DAIŞê dikin û li ser çendîn bingehên weke mirovatî, demokrasî, azadiya olî, xelk û mafên jinan karûbarên çend herêman birêve dibin.

 

Herwiha The Armenian Weekly amaje bi wê yekê dike ku YPG û YPJ terorîst nîn in û li ser ti welat û neteweyekê gef nîn in, ji ber vê yekê divê civaka navdewletî di vê demê de pişta Efrînê bigre.

 

Rojnameya Green Left a Awustralyayê jî diyar kiriye “êrîşkirina ser Efrînê, êrîşkirina ser koçberan e”.

 

Green Left nivîsandiye ku di nav çend salên derbasbûyî de kamerayên kanalên Rojava wêneyên xelkê kişandin ku ji bo li Ewropayê dest bi jiyaneke aram bikin bi rêya pir metirsîdar a Deryaya Spî derbas dibûn, lê di wê demê de bi hezaran kesên din jî ji deverên ji hev cuda yên Sûriyê, berê xwe dabûn Rojavayê Kurdistanê û nêzîkî nîvê xelkê Efrînê koçber in.

 

Rojnameya Arab News a Erebistana Siûdî jî li ser operasyona Artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê destnîşan kiriye ku ev operasyon dê bandor li ser pêwendiyên navbera du endamên giring ên NATOyê ku Tirkiye û Amerîka ne bike.

 

Arab News diyar kiriye ku wisa tê pêşbînîkirin, Tirkiye bi êrîşa ser Minbicî dirêjî bi operasyona xwe bide û piştre hinekî din jî ber bi rojhilat biçe.

 

Hêjayî gotinê ye ku medyayên biyanî heta niha nekarîne guvaşeke mezin li ser hikûmetên welatê xwe pêk bînin ji bo ku hikûmeta Tirkiyê neçar bikin ku operasyona ser Efrînê bidin sekinandin.

 

Roja 20ê Çileya 2018an Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heta niha berdewam e. Di van şer û pevçûn û topbarankirinê de ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne. Di heman demê de hinek gund û bajarok jî wêran bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst