Ciwanekî Rojavayî Kurdî bi ser sîstema Braillê ve zêde kir

04-06-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî ji Kobanî Alfebêya Kurdî bi sîstema nivîsandina “Braille” afirand.

 

Rêzan Salih Îbo ciwanekî ji Kobanî ye û temenê wî 23 salin, ew ji dayikbûna xwe ve ji ronahiya çavan bêpare, wî alfebêya kurdî ya zarava kurmancî bi tîpên latînî li sîstema “Braille” ya nivîsandinê zêde kir.

 

Sîstema Braille ya xwendin û nivîsandinê, şêweyekî taybete ji kesên ku nabînin re hatiye çêkirin, û li şûna pênûs û lênûsê, alavên xwe yên taybet hene.

 

Tîma Rûdawê di Hizêrana sala 2013an de seredana mala Rêzan Salih Îbo li Kobanî kiribû û raporek li ser wî çêkiribû, lê piştî êrîşa DAIŞê li ser Kobanî, Rêzan koçberî Bakurê Kurdistanê bibû, û di Tirkiyê re xwe gihandibû Almaniya, û li wê derê xwe pêş xist, û yekem car di dîroka kurdan de, alfebêya Kurdî ya kurmancî li sîstema Braille zêde kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst