Amerîka û Tirkiye li ser 'herêma aram' nakokin

05-02-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Plana herêma aram a Amerîka beriya çend rojan hat eşkerekirin
Plana herêma aram a Amerîka beriya çend rojan hat eşkerekirin
Nîşan Herêma Aram Rojavayê Kurdistanê Sûriye Tirkiye Amerîka
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Herêma tampon an jî herêma aram ew demeke di navbeyna Amerîka û Tirkiyê de dibe sedema nakokiyan. Tirk dixwazin kontrola wê mekanîzmayê di destê  wan de be, lê çend welatên Ewropî û Amerîka jî vê yekê napejrîne.Herwiha hewla dîplomasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Amerîkayê jî bi heman hincetê berdewam in.

 

Di vê navberê de plana Amerîka eşkere bû ku tê de Tirkiye cih nagire. Li ser vê Tirkiye jî ketiye nava hewleke nû da Amerîka qanih bike ku ew jî di kontorlkirina mekanîzmaya herêmên aram de cih bigire.


Plana herêma tampon a Amerîka beriya çend rojan hat eşkerekirin. Li gorî rojnameyeke wî welatî di plana Amerîka ya herêma tampon de Tirkiye cih nagire. Li gorî heman çavkaniyê dê leşkerên Brîtanya û Fransa li wê herêmê bi cî bibin. Wê yekê kir ku hemû bendewariyên Tirkiye jî bê bersiv bimînin. Ji ber wê Wezîrê Derve yê Tirkiye Meclut Çavuşoglu û cîgirê wî bi lez diçin Amerîka daku wî welatî qanih bikin ji bo ku Tirkiye jî di wê mekanîzmayê de cîh bigire.


Derbarê vê mijarê de lêkolîner Alî Semîn ji Rûdawê re wiha got: “Di wê demê de ku operasyonek li hemberî rojhilatê Feratê tê nîqaşkirin, diyarbû bê ka Amerîka dê rêgiriyeke çawa li vê bike. Vê jî bi herêma tampon dike. Dixwaze modela bakurê Iraqê li vir jî bi cî bike. Rêbaza ku li wir bi kar anî ye çi be li Bakurê Sûriye jî heman rêbazê dişopîne. Ji bo vê ewê li Neteweyên Yekbûyî jî biryarekê bide stendin û vê herêmê ji herkesî re qedexe bike. Serdemeke bi kêşe li ber pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê ye.”


Li aliyê din  Tirkiye berdewam e li ser amadekariyên ji bo operasyoneke li hemberî rojhilatê Feratê. Şanda Tirkiye dê hewl bide ku destûra operasyoneke bi vî rengî jî ji Amerîka werbigire. Li aliyê din lijneya ku ji bo asayîkirina pêwendiyên herdû aliyan hatibû avakirin jî di heman demê de li Washingtonê dicive. Lê li gorî pisporan, ji bo pêwendiyên herdû aliyan pêvajoyeke pir bi stres destpê dike.


Lêkolîner Ramazan Bursa jî got: “Amerîka dide zanîn ku ew dê PYD/YPGê biparêze û destûra operasyoneke li hemberî vê herêmê jî nede. Li aliyê din Amerîka naxwaze ku Tirkiye di nava mekanîzmaya kontrola herêma aram de hebe. Dibe ku Amerîka hêzeke NATOyê jî li vir bi cî bike. Lê ew alternatîfeke gelekî xetere ye ji bo hemû herêmê. Bi ya mi her çiqasî Amerîka niha bi PYDê re kar dike jî di demek dirêj de ew dê pêşmergeyên roj û xeta siyasî ya Barzanî li vir serdest bike. Bi navê herêma tampon, Amerîka ragêşiyeke bi kontorl dimeşîne.”


Piştî eşkerebûna plana Amerîka Tirkiye alternatîfeke din a balkêş jî daye ber xwe. Serokomarê vî welatî dide zanîn ku digel rejîma Sûriye di asteke nizm de pêwendî hatine danîn. Li gorî nêrînekê Tirkiye hemû hewla xwe ji bo ji navbirina destkeftiyên hêzên kurdî dide. Lê ew jî dike ku polîtîkaya xwe ya rojhilata navîn bi temamî bê ecam bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst