Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Koma Kar a Sûriyeyê ya Tirkiye û Amerîkayê sibe li Washingtonê dest pê dike.
Civîna Tirkiye û Amerîkayê bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û hevtayê wî yê Amerîkî Christopher Landau li Washingtona paytexta Amerîkayê li gor formata saziyan ên her du welatan tê lidarxistin.
Li gorî medya Tirkiyeyê, di civînê de dê li ser pêşîneyên siyasetên Tirkiye û Amerîkayê yên li Sûriyeyê were axaftin û derfetên hevkariyê yên ji bo avakirina ewlehî û aramiya li Sûriyeyê werin nirxandin.
Têkoşîna li dijî DAIŞê dê di rojeva civînê de be.
Di vê çarçoveyê de, piştgiriya ku di dema dawî de ji aliyê Tirkiyeyêve li dijî DAIŞê ji birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re hatiye dayîn û hewldanên herêmî yên ku pêşengiya wan tê kirin dê bên nirxandin.
Di civînê de derfetên hevkariyê yên di çarçoveya kampên li Rojavayê Kurdistanê de û mijara rakirina cezayên Amerîkayê yên li Sûriyeyê jî dê bên nîqaşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse