Navenda Nûçeyan – Wezareta Derve ya Holandê welatiyên xwe yên ku bi mebesta Bîranîna Hewldana Kudetaya Leşkerî ya 15ê Tîrmehê diçin Tirkiyê, hişyar kir.
Wezareta Derve ya Holandê ji welatiyên xwe xwest ku ji ber Merasîmên Bîranîna Hewldana Kudetaya Leşkerî baldar bin.
Herwiha wezaretê welatiyên xwe agahdar kiriye ku ji cihên qerebalix dûr bikevin û haya wan ji xwe hebe.
Wezareta Derve ya Holandê weke din bal kişandiye ser wê yekê, ku di merasîman de dibe ku alozî derkevin û merasîm bibin sedema tundiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse