Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya ji bo Kar û Barên Îranê, hişyariyeke lezgîn da welatiyên xwe û ji wan xwest ku "yekser" axa Îranê biterikînin.
Balyozxaneyê di hişyariyeke ewlehiyê de ji welatiyên Amerîkayê re ragihand, "Aniha Îranê biterikînin."
Her wiha daxwaz ji Amerîkayiyan hat kirin ku bi xwe planên derketinê amade bikin û li benda alîkariya hikûmeta Amerîkayê nemînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Eger hûn nikaribin derkevin, li malên xwe yan jî di avahiyeke din a ewle de cihekî parastî peyda bikin."
"Berê xwe bidin Ermenistan an Tirkiyeyê"
Balyozxaneyê şîret li Amerîkayiyan kir ku ji bo qutbûna berdewam a înternetê amade bin û rêyên din ên pêwendiyê peyda bikin û got:
"Eger ewle be, li ser derketina bi rêya bejahî ya ber bi Ermenistan an Tirkiyeyê ve bifikirin."
Derbarê kesên ku nasnameya her du welatan (Amerîka û Îran) hene de hat diyarkirin ku divê bi pasaportên Îranî derkevin çimkî Tehran îtirafê bi nasnameya duyem nake û wekî welatiyên Îranî miameleyê bi wan re dike.
Hat hişyarkirin ku "nîşandana pasaporteke Amerîkayê yan hebûna pêwendiyekê bi Amerîkayê re têra desteserkirina ji aliyê desthilatdarên Îranê ve dike."
Trump bijardeyên leşkerî dinirxîne
Li hêla din, Serokê Amerîkayê Donald Trump roja duşemê ragihand ku ew dê li ser "hemû" wan welatên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin ji sedî 25 bacê bisepîne.
Ev biryar di demekê de hat ku hikûmeta Îranê li hemberî xwenîşanderan tundiyê bi kar tîne. Tehran xwenîşanderan bi "têkderî" û êrişên çekdarî tohmetbar dike.
Her çi qas Trump gelek caran gefa êrişkirina li ser Îranê xwariye eger "hêza kujende" li dijî xwenîşanderan were bikaranîn jî, lê wî di heman demê de amadehiya xwe ya ji bo dîplomasiya li gel Tehranê jî nîşan daye.
Li gorî medyaya Amerîkayê, roja duşemê Trump li ser hinek bijardeyên ji bo girtina gavan a li dijî Îranê hatiye agahdarkirin ku yek ji wan êrişên asmanî ne.
Operasyonên sîberî û şerê derûnî
Kanalê CBS Newsê belav kir ku bijardeyên leşkerî û razber operasyonên sîberî û kampanyayên derûnî ji bo têkdana navendên fermandariyê, xetên pêwendiyê û medyaya fermî ya Îranê li xwe digire.
Kanalê li ser zarê du berpirsên Pentagonê ragihand ku operasyonên sîberî û derûnî dikarin cuda yan jî bi hev re bên kirin lê hîn biryara dawî nehatiye dayîn.
Her wiha biryar e tîma asayîşa neteweyî ya Trump li Koşka Spî li ser bijardeyên nû bicive.
“Em dê biryarê bidin”
Trump roja yekşemê gotibû ku îdareya wî bi hûrgilî rewşa Îranê dişopîne û bijardeyên "gelekî xurt" dinirxîne çimkî hejmara kuştiyên di xwenîşandanan de zêde dibe.
Trump got, "Em dê biryarê bidin" û amaje pê kir ku "saet bi saet" raporên li ser rewşa Îranê digihîjin destê wî, lê derbarê dem, cih û çawaniya livîna Amerîkayê de ti hûrgilî eşkere nekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse