Hewlêr (Rûdaw) - Swêd, Danîmarka û Norweç dê bi 500 milyon dolarî çekên Amerîkî ji Ukraynayê re bikirin.
Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonson di konferanseke rojnamegeriyê de got:
“Ukrayna ne tenê ji bo parastina xwe, ji bo parastina ewlehiya me jî şer dike.
Ji ber vê sedemê, Swêd li gel Danîmarka û Norweçê razî bû ku beşdarî wê gava Amerîkayê ya firotina pêdiviyên parastinê ji bo Ukraynayê bibe.”
Ev soz piştî ragihandina alîkariyeke 500 milyon euroyî (577 milyon dolar) ya Holendayê ya ji bo alîkariya Kyivê hat dayîn.
Alîkariya Ewropiyan a Ukraynayê dê di çarçoveya mekanîzmaya “Lîsteya Pêdiviyên Ukraynayê” de be ku meha borî ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ve hatibû ragihandin.
Hikûmeta Swêdê di daxuyaniyekê de ragihand:
“Alîkarî pergalên parastina asmanî ku di nav de cebilxaneya Patriotan, pergalên li dijî tankan, cebilxane û parçeyên yedek li xwe digire.”
Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Swêd dê bi 275 milyon dolarî beşdarî kirîna çekan a ji bo Ukraynayê bibe.
Sekreterê Giştî yê NATOyê di daxuyaniyekê de bi germî pêşwazî li înîsiyatîfa welatên Ewropayê kir.
Her wiha di daxuyaniyekê de got:
“Ji destpêka dagirkeriya Rûsyayê ve, Swêd, Danîmarka û Norweçê bi berdewamî piştgiriya Ukraynayê kiriye.
Ji bo hewlên wan ên bilez ên ji bo destpêkirina vê gavê spasiya wan hevpeymanan dikim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse