New York (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê 29 salî yê bi navê Mûsa Çetîn ku bi eslê xwe ji Agiriya Bakurê Kurdistanê ye, li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê piştî ku ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin bi awayekî biguman canê xwe ji dest da.
Polîs îdia dike ku Çetîn xwe kuştiye lê malbat û hevalên wî vê yekê red dikin û daxwaza lêkolîneke berfireh dikin.
Bûyerê careke din tundûtûjiya polîsan a li Amerîkayê xiste rojevê.
Li New Yorkê di nava hefteyekê de 4 kes bi awayekî biguman li navendên polîsan mirin û yek ji wan jî Mûsa Çetîn bû.
Mûsa Çetîn 3 sal berê çûbû Amerîkayê, li New Yorkê bi cih bûbû û ev 2 sal bûn ku wî karê kuryetiya bi bîsîkletê dikir.
Hefteya borî roja înê ji ber xeletiyeke trafîkê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.
Piştre hat ragihandin ku wî xwe daliqandiye û xwe kuştiye lê hevkarên Mûsa îdiaya polîsan red dikin û bawer nakin ku wî xwe kuştibe.
Hevkarê Mûsa Çetîn Mustafa Polat da zanîn:
“Piştî ku hat desteserkirin agahî hat ku xwe kuştiye û me bawer nekir, em çûn nexweşxaneyê.
Hîn agahî nînin, em nizanin dê çawa bibe. Ev 2 sal bûn li vir dixebitî.
Hevalekî me yê nêzîk bû. Em naxwazin ev doz wiha were paşguhkirin.
Dibêjin xwe kuştiye lê em wekî hevalên wî, bawer nakin ku wî xwe kuştibe. Em îhtimalê nadinê.”
“Ne mirovekî wisa bû ku xwe bikuje”
Hevkarê Mûsa Çetîn Îsmaîl Dogan jî anî ziman:
“Mirovekî gelekî rûken bû, bi her kesî re baş bû.
Qet pirsgirêkên wî tunebûn. Polîsan ew desteser kir û piştre me bihîst ku dibêjin xwe kuştiye.
Ne mirovekî wisa bû ku xwe bikuje.”
Wê şevê polîs Mûsa Çetîn dibin nexweşxaneyê da ku midaxele lê were kirin.
Di hinek dîmenan de tê dîtin ku Çetîn ji pêyên xwe ve li nexweşxaneyê hatiye kelepçekirin.
Piştî ku hevalên wî îtiraz dikin, kelepçe tê vekirin.
Pêvajo hîn berdewam dike û otopsiya wî tê kirin.
Ji ber pêvajoya dozê, parêzer û malbat naxwazin hûrgiliyan parve bikin.
Ji bilî otopsiyê, daxwaza dîmenên kamerayan jî hatiye kirin. Piştî lêkolînê dê eşkere bibe ka çi hatiye serê Mûsa Çetîn.
Cenazeyê Mûsa Çetîn piştî otopsiyê dê were şandin Agiriyê lê pêvajoya darizandinê dê berdewam bike.
Eger wî xwe kuştibe jî, du pirs derdikevin holê, ya yekem, çima li cihê desteserkirinê dema ku wî xwe daliqandiye nehatiye çavdêrîkirin? Ya duyem, polîsan zexteke çawa li Çetîn kiriye ku ew neçar maye xwe bikuje?
Îhtimaleke din jî ew e ku polîsan şkence lê kiribe û ew kuştibe û niha jî dibêjin wî xwe kuştiye.
Tundûtûjiya polîsan li Amerîkayê wekî pirsgirêkeke mezin tê dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse