Plana nû ya Amerîkayê Moskow aciz kir: Xalên sereke hatin derxistin

05-12-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Plana nû ya Amerîkayê Moskow aciz kir / Wêne: Rûdaw Grafîk
Plana nû ya Amerîkayê Moskow aciz kir / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Rûsya Amerîka Ukrayna Aştî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Hevdîtina roja Sêşemê ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a bi Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê Steve Witkoff û zavayê Donald Trump, Jared Kushner re gelek nîqaş bi xwe re anîn.

Şandeya Amerîkayê bi xwe re "Plana Aştiyê ya Ukraynayê" biribû Kremlînê.

Tevî ku Alîkarê Serokê Rûsyayê Yuriy Uşakov ragihand ku ji hevdîtinê lihevkirinek derneketiye jî, Donald Trump bi xwe encamên hevdîtinê wekî "gelekî berhemdar" nirxand.

"Hîn zû ye ji bo qonaxa dawî"

Serokê Konseya Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê Îvan Tîmofeyev li ser hevdîtin û pêvajoyê got:

"Hîn zû ye ku em karibin bibêjin em gihîştine qonaxa dawî.

Gotûbêj niha di formateke girtî de tên meşandin ku ev ji bo dîplomasiyê rewşeke asayî ye.

Baş e ku ev pêvajo bi xwe heye û alî deriyan nagirin û gotûbêjan red nakin.

Bê guman, rêzek mijar hene ku pêdiviya wan bi gotûbêjên dûr û dirêj heye.

Jixwe Rûsyayê xwe li gorî çareseriyeke demdirêj amade kiriye."

Xalên krîtîk ji planê hatine derxistin

Mijarên herî pirsgirêkdar ên di plana destpêkê ya Amerîkî de ew şert bûn ku divê Ukrayna dest ji xwesteka endamtiya NATOyê berde, artêşa xwe kêm bike û herêma Donbassê bi tevahî wekî axa Rûsyayê bipejirîne.

Lê belê, di plana nû ya ku Witkoff û Kushner pêşkêşî Putin kirine de, ev xal êdî cih nagirin û ev yek bûye sedema nerazîbûna Kremlînê.

Li Moskowê ew bawerî heye ku hevpeymanên Ukraynayê bi mebest plana nû wisa guherandine ku Moskow planê red bike û di encamê de Putin wekî "aliyê şerxwaz" bê nîşandan.

"Hewla têkbirina pêvajoyê didin"

Balyozê Taybet ê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Aleksandr Trofîmov jî li ser helwesta tîma Trump û dijberên Rûsyayê wiha axivî:

"Tîma Trump jî, mîna her komeke mirovan, her tim nakokî di nav wan de hene.

Lê ew di nava xwe de çareser dikin û di encamê de bi helwesteke hevpar derdikevin pêşberî raya giştî.

Em jî dixebitin. Ji bo me, ya herî girîng helwesta dijberên Rûsyayê ye ku her tim hewla têkbirina pêvajoyê didin. Lê hêza me heye ku em wan pûç bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst