Plana Trump li Kremlînê tê nîqaşkirin, guman hene

26-11-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Aleksey Çepa / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Aleksey Çepa / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rûsya Ukrayna Amerîka
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Şerê Rûsya û Ukraynayê di qonaxeke hesas de ye û trafîka dîplomasiyê ya di navbera Washington û Moskowê de zêde bûye.

Plana aştiyê ya Serokê Amerêkayê Donald Trumpa ku ji 28 xalan pêk tê, bûye rojeva sereke ya Kremlînê.

Her çend Serokê Rûsyayê Vladimir Putin deriyê dan û standinan vekiribe jî guhertinên ku Amerîkayê piştî hevdîtinên Cenevreyê di planê de kirine, li Rûsyayê bûne sedema gumanên mezin.

Rayedarên Rûsyayê û xelk di wê baweriyê de ne ku ew plan ne ewlehiya wan diparêze û ne jî garantiyê dide Ukraynayê.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja sêşemê ragihand, Moskow li bendê ye ku Washington guhertoya nû ya plana Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê ku bi Ewropa û Kîevê re li ser hatiye lihevkirin, pêşkêş bike.

Berê jî Putin dabû zanîn ku Moskowê plana aştiyê ya 28 xalî ji birêvebiriya Amerîkayê wergirtiye û Rûsya amade ye li ser hûrgiliyan nîqaş bike.

"Plan nikare ewlehiya mayînde dabîn bike"

Alîkarê Serokê Komîteya Kar û Barên Navneteweyî ya Dumayê Aleksey Çepa diyar kir ku plan wekî konsept nêzîkatiyeke rast e û ji ferzkirinên berê yên Rojava cudatir e lê kêmasiyên wê hene.

Aleksey Çepa got, "Bi nêrîna min, ev plan nikare ewlehiya mayînde pêk bîne.

Tê de ne garantiya ewlehiyê ji bo Ukraynayê heye, ne jî ji bo ewlehiya Rûsyayê."

Hat zanîn ku plana birêvebiriya Donald Trump, piştî hevdîtinên şandeyên Amerîka û Ukraynayê yên li Cenevreyê û piştî danûstandinên bi nûnerên welatên Ewropî re hatiye guhertin.

Xelk bi guman e

Agahiyên li ser guhertina plana Amerîkayê, bandor li hêvî û helwestên xelkeê Rûsyayê jî kiriye.

Dr. Anastasiya Bulanovayê jî diyar kir ku ew bawer nake şer bi dawî bibe û got:

"Bi ya min, ev plan jî dê têk biçe. Ji ber ku ev şer çend sal e didome û çi qasî ceza hatine sepandin, çi qasî merc hatine danîn… Lê mixabin, her tişt wekî berê didome."

Endazyar Nikita Mixailov jî bal kişand ser xalên leşkerî yên planê û got:

"Ev plan bi giştî ne di berjewendiya Rûsyayê de ye.

Ji ber ku çend xalên vê planê heta li gorî rêkeftinên seretayî yên Stenbolê jî hev nagirin.

Wekî mînak, kêmkirina artêşê. Kêmkirina artêşê heta 600 hezar kesî tê çi wateyê? Ev hejmar, du car û nîv ji hejmara artêşa Ukraynayê ya beriya destpêkirina şer zêdetir e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst