Amerîka: Bêyî parastina Kurdan em venakişin

06-01-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton ragihand ku "heta derbarê parastina Kurdan de rêkeftinek neyê îmzekirin leşkerên wan ji Sûriyê venakişin."

 

Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton, derbarê biryara vekişandina hêzên Amerîkayê de ji Sûriyê axifî. Bolton got: "Heta Tirkiye ligel me ne di nav koodinasyoneke tam de be em naxwazin operasyoneke leşkerî li Sûriyê pêk bîne."


John Bolton di serdana xwe ya Îsraîlê de axifî û got: "Pozîsyona Trump, ew e ku Tirkiye Kurdan nekuje û Amerîka heta rêkeftineke ku wan biparêze neyê kirin venakişe."


Tê çaverêkirin ku sibe roja Duşemê John Bolton ligel Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê û Nûnerê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de James Jeffrey serdana Tirkiyê bikin û ligel rayedarên wî welatî bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst