Medvedev: Berfirehbûna NATO li Kafkasyayê bo ewlekariya Rûsyayê metirsî ye

07-08-2018
RÛDAW
Serokwezîrê Rûsyayê, Dmitri Medvedev.
Serokwezîrê Rûsyayê, Dmitri Medvedev.
Nîşan Rûsya Dmitri Medvedev NATO Kafkasiya Metirsî Gurcistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Rûsyayê, Dmitri Medvedev di daxuyaniyekê de rexne li berfirehbûna sînorê hevpeymaniya berevanî ya NATOyê girt û ragahand, berfirehbûna NATO li Kafkasyayê Ewlekariya Federasyona Rûsyayê dike bin metirsiyê.

 

Dmitri Medvedev herwiha rexne li siyaseta serokê berê yê Gurcistanê jî girt û da xuyakirin, eger siyaseta şaş a serokê berê yê Gurcistanê Mikhail Saakashvili nebûya, Rûsyayê destwerdan di nava karên navxwe yên Gurcistanê de nedikir.

 

Bi gotina Medvedev, siyasetên şaş ên Gurcistanê bûne sedem ku Rûsya serxwebûna her du herêmên Abxaziya û Osetiya Başûr nas bike, ku du herêmên Gurcistanê ne û bi awayê tekalî serxwebûna xwe ragihandine.

 

Medvedev got: “Eger ew siyaseta şaş a Saakashvili û hevalbendên wî nebûya,ti şerek rû nedida. Lê ez pir fikirîm û ez gihîştimê wê baweriyê ku ez serxwebûna wan herdu gelan nas bikim. Ev gava jî min avêt daku ez di siberojê de aştiyê li herêma me de û li Kafkasayayê biparêzim.

 

Dîsan daxuyanî jî tên dayîn ku dixwazin Gurcistanê bikin endamê NATOyê, ev jî gaveke bê berpisane ye, ev metirsiyê li ser cîhanê çêdike. Em dizanin gelek pisgirêke Gurcistanê hene û em fam dikin ku eger ew welata bû endamê NATO dê çi rûbide. Niha li ser sînorên Rûsyayê çekên etomî tên bicîhkirin û em dizanin ew çi zirarekî dikarin bidin me, ji bo wê jî bê guman berfirebûna NATO li Kafkasayayê, ewlekariya me dike bin metirsiye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst