Ukrayna: Rûsyayê bi 7 mûşek û 315 dronan êriş kir

10-06-2025
Nîşan Ukrayna Rûsya Êriş Kuştî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê bi 7 mûşek û 315 dronan êrişî ser Ukraynayê kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hêzên Hewayî yên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê de hat diyarkirin ku Rûsan şeva borî li deverên cuda yên Ukraynayê êrişên mûşekî û dronî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişê de 2 mûşekên balîstîk û 5 mûşekên gerok hatine bikaranîn.

Her wiha Rûsan 315 dron jî avêtine û hêzên parastina hewayî hemû mûşek îmha kirine, 277 dron jî yan îmha bûne yan jî hatine bêbandorkirin û xistin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de diyar kir ku welatê wî di bin êrişên giran de ye û got ku Kiev rastî êrişeke gelekî giran hatiye.

Ji ber êrîşan herî kêm 2 kes mirin û 13 kes birîndar bûn

Serokê Şaredariya Kiyevê Vitaliy Kliçko jî di parvekirina xwe ya li ser hesabê Telegramê de diyar kir ku artêşa Rûsyayê li Kiyevê êrişeke hewayî pêk aniye.

Kliçko anî ziman ku ji ber êrişê li taxên cuda yên paytextê şewat derketiye û ragihand ku li gorî agahiyên heyî li bajêr 4 kes birîndar bûne.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Odessayê ya Ukraynayê Oleg Kiper jî di parvekirina xwe ya li ser heman sepanê de îfade kir ku di êrişa bi dronan a artêşa Rûsyayê ya şeva borî ya li ser bajarê Odessayê de herî kêm 2 kes mirine û 9 kes birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst