Barcelona (Rûdaw) – Herêma Katalonyayê nêzîkî 75 milyar euroyan deyndar e û biryar e gelê vê herêmê di 1ê Cotmeha îsal de herin giştpirsiyê. Hikûmeta Katalonyayê nexşerêya qonaxa piştî giştpirsiyê amade kiriye û li gorî wê plane, eger bibin dewlet, dê di nava 18 salan de hemû deynên xwe bidin. Niha li Herêma Katalonyayê rêjeya bêkariyê ji sedî 17.5e û li gorî herêma Kurdistanê ji sedî 3 bilind e.
Bajarê Barcelonayê bi hejmara zêdebûna mêhvan û geştiyaran li Ewropayê di rêza çaremîn de ye û li cîhanê jî yek ji 16 bajarên sereke ye.
Li paytexta îdarî, abûrî û kultûrî ya Herêma Ketelonyayê, nêzîkî 7,5 milyon kes dijîn lê di sala 2016ê de, ji bo dîtina Camp Nou ya stadyûma yaneya Barcelonayê, 17 milyon û 989 hezar kes hatîne vê herêmê.
Rêveberê Giştî yê Geştiyariya Herêma Katelonyayê Oktavî Bono, encamdana giştpirsyê li hember kerta geştiyariyê û kêmbûna hejmara geştiyaran weke gef nabîne.
Di vê derbarê de Oktavî Bono ji Rûdawê re ragihand: “Bi baweriya min dê di warê geştiyariyê de tiştek neyê guhertin. Emê pêhegan xwe biparêzin di bazaran de. Bazarên biyanî li Katelonyayê pir giring in. Geştiyar dê bi berdewamî giringiyê bidin serdana vê herêmê. Herwiha dê ji berhemên xizmetgûzariyên me sûdê werbigrin.”
Li Ketelonyayê di sala 2016ê de rêjeya bêkariyê gihiştibû ji sedî 17,4 ê. Ev di demekê de ye, ku rêjeya bêkariya li Îspanyayê jî nêzîkî ji sedî 21 e. Ji ber deynên Îspanya herêma serxwebûnxwaz jî 74,696 milyar euroyan deyndar e û vê yekê kêş û vekêşiyek dirustkiriye.
Şirovekara aborî ya Wezareta Aborî ya Katelonyayê Netalya Mas diyar dike: “Du parçebûna sermaye û berpirsiyariyê xalekî pir giring e. ev bûye cihê nîgeraniya berhemhêneran. Pêwerên ciyawaz hebûn, ku li ser senaryoyên ciyawaz hatine cîbicîkirin. Hinek ji wan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve hatine çavdêrîkirin. Gelek pêwer hebûn, ku behsa pişka Katelonya li Îspanya dikirin.
Cografyaya nûwaze ya Herema Ketelonyayê digel karê berdewam a ji bo weberhênana biyanî, sedemê wê çendê ye ku her sal 214 milyar dahatê wê herêmê hebe.
Ketelonya ji ser Deriyaya Naverast ve, xwediyê korîdora veguhestina bazirganî ya di navbera Ewropa, Asya û bakûrê Efrîqa ye. Herêm xwedî 4 frokexaneyên navdewletî ye, ku tenê li Barcelonayê di sala 2016ê de zêdetirî 28 milyon kes hatine yan jî tranzêt bûne.



