Wezareta Dadê ya Amerîakyê, ew 5 bazirgan bi hewldana ji bo kirîna petrola Îranê û bidestxistina bi milyonan dolaran bi şêweyekê neyasayî, tometbar kirine.
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Amerîkayê ji ber şikandina dorpêçên li ser Îranê û hewldana bo kirîn û veguhastina petrola Îranê, 5 bazirganên Amerîkî dadgehî dike.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihandiye, ew 5 kes nişteciyên New York û Teksasê ne û ji meha Tîmeh (meha 7) a sala 2019ê heta meha Çile (meha 1) a sala 2020an hewl dane, ku bi rêya kompaniyên saxte yên li welatê Polendayê bi şêweyekê neyasayî zemîneyê ji firotin û veguhastina petrola Îranê re xweş bikin û petrola Îranê bifiroşin rafîneriyekê li Çînê.
Yek ji wan kesên ku hatiye tometbarkirin, Daniel Ray Lane ye ku xwediyê kompaniya STACK Royalties e ku navenda wê kompaniyê li wîlayeta Teksasê ye û di warê bazirganiya neft û gaza xwezayî de kar dike.
Ew bazirgan tevî çar bazirganên din hatine tometbarkirin ku hewl dane, dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê bişkînin û berovajiyê cezayê li ser Îranê, petrola wî welatî bikirin û bifiroşin aliyên navdewletî.
Nasnameya çar bazirganên din bi vî awayî hatiye ragihand; Nicholas Haven ji New York, Robert Thwaites, Nicholas Fuchs û Zhenyu Wang ku we Bill Wang tê naskirin, ji Teksasê
Ew bazirgan herwiha bi wê yekê hatine tometbarkirin, ku bi awayekê neyasayî hewla bidestxistina bi milyonan dolaran dane.
Li gor ajansa Reutersê, eger ew tomet bi ser wan kesan de were îsbatkirin, dê jib o her yek ji wan 25 sal cezayê girtîgehê bihê dayîn, herwiha her yek ji wan dê cezayeke darayî bi qasî milyonek û 250 hezar dolar bi ser wan de bihê sepandin.
Amerîkayê ji Mijdara 2018ê ve kirîna petrola Îranê qedexe kiriye û ragihandiye, her welat û kompaniyek eger wê biryarê binpê bike, dê were cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse