Trump bo Serokê Koreya Bakûr: Ma ez ji te re dibêjim zilamê kurt û qelew?

12-11-2017
RÛDAW
Nîşan Koreya bakûr Kim Jong-un Amerîka Donald Trump Twîtter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Devjeniya li ser twîtterê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakûr Kim Jong-un de gihişte qonaxeke nû. Jong-un ji Trump re got; “pîremêr” û Trump jî di bersivê de got; “kurtn û qelew”.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî civîna Hevkariya Aborî ya Asya Pasîfîk a li Viyetnamê li ser navnîşana xwe ya twîtterê nivîsî: “Çima Kim Jong-un ji min re dibêje pîremêr. Ma ez ji wî re dibêjin kurt û qelew?”

 

Trump di twîttekê din de dibêje pir hewl dide bibe hevalê Serokê Koreya Bakûr û dide xuyakirin, ku dibe rojekê ew tişt çêbibe.


Twîttên Trump li ser torên civakî bû sedema karvedaneke zêde. 

 

Heta niha Trump û Kim Jong-un qet hevdîtin nekirine û hev jî nedîtine. Lê li ser torên civakî û daxuyaniyên xwe de pênaseyên balkêş ji hevre dikin.

 

Serokê 33 salî yê Koreya Bakûr ji Trump re dibêje “Pîremêrê dîn” herwiha Trump jî ji wî re dibêje “zilamê dîn” û “zilamê mûşek”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst