Hewlêr (Rûdaw) - Berhem Salih postê Komîserê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Kar û Barên Penaberan wergirt.
Kesayetê siyasî yê diyar ê Başûrê Kurdistanê û Serokkomarê berê yê Îraqê Dr. Berhem Ehmed Salih, piştî nirxandina komîteyeke bilind a Neteweyên Yekbûyî ev post wergirt.
Şêwirmendê Dr. Berhem Salih, Mihemed Hewramî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Ji bo wî postê Neteweyên Yekbûyî 12 kesayetên cîhanî yên ji Ewropa û Amerîkayê ketibûn pêşbirkê."
Mihemed Hewramî diyar kir, piştî hevdîtina namzedan a bi Komîteya Bilind a Neteweyên Yekbûyî re, Dr. Berhem Salih ew post wergirtiye.
Hewramî da zanîn ku Komîteya Bilind a Neteweyên Yekbûyî bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hevdîtin bi namzedan re kiriye.
Şêwirmendê Berhem Salih li ser destpêkirina erk got: "Destbikarbûna wî dikeve sala nû."
Postê Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî yek ji postên herî bilind û bibandor e di nava rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî de.
Kesê ku vî postî werdigire, dê berpirsyar be ji serpereştiya hewlên navneteweyî yên ji bo parastina mafên nêzîkî 123 milyon penaberan li seranserê cîhanê.
Endamê Desteya Kargêrî ya Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî 30ê Çiriya Pêşîn a 2025an li ser tora civakî ya Xê zanyarî belav kiribûn û ragihandibû:
"Dr. Berhem Ehmed Salih, bi piştgiriya me ya tam, namzedê Îraq û Herêma Kurdistanê ye ji bo postê Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR)."
Hoşyar Zêbarî her wiha diyar kiribû, Dr. Berhem Salih "xwedî hemû merc û şiyanên pêwîst e ji bo birêvebirina vê ajansa girîng a mirovî."
Berhem Salih kî ye?
Berhem Ehmed Salih, 12ê Îlona 1960î li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye.
Di ciwaniya xwe de du caran ji aliyê desthilata Beasê ya Îraqê ve hatiye girtin.
Berhem Salih sala 1983yan bawernameya lîsansê ya endezyariya şaristanî û mîmariyê li Zanîngeha Cardiffê ya Brîtanyayê standiye.
Xwediyê bawernameya doktorayê ye di warê amar û pratîka komputerê ya di endezyariya giştî de li Brîtanyayê.
Berhem Salih dawiya sala 1976an pêwendî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re daniye.
Destpêkê li Ewropayê endamê partiyê bûye, paşê bûye berpirsê pêwendiyên partiyê yê li Brîtanyayê.
Nûnerê kabîneya yekem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.
Piştî hilbijartina yekem a parlamentoyê li Kurdistanê sala 1992yan bûye berpirsê pêwendiyên derve yê li Amerîkayê.
Berhem Salih salên 2001 heta 2004an bûye Serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Îdareya Silêmaniyê).
Di kabîneya şeşem de û ji bo du salan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûye.
Piştî rûxîna desthilata Beasê, di nîvê duyem ê sala 2004an de bûye Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Îraqê.
Paşê bûye Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Veguhêz a Îraqê.
Dû re di salên 2006 heta 2009an Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Hilbijartî ya Îraqê ya bi serokatiya Nûrî Malikî bûye.
Dr. Berhem Salih damezirînerê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê ye.
Salih 2yê Çiriya Pêşîn a 2018an wekî Serokkomarê 8emîn ê Îraqê hatibû hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse