Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê navdar ê Demokratan ê li Encumena Pîran a Amerîkayê Mark Warner radigihand ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn hevpeymanê herî dilsoz ê Amerîkayê ye û îtiraf dike ku Washingtonê li Sûriyeyê wekî pêwîst ji bo parastina hevpeymanên xwe yên Kurd kar nekiriye.
Mark Warner di daxuyaniyeke taybet de ji bo Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde, amaje pê kir ku ew bi pêgeh û beşdariya civaka Kurd a li eyaleta Virginiayê û seranserê Amerîkayê serbilind e.
Warner got, "Gelê Kurd li Rojhilata Navîn hevpeymanê herî dilsoz ê Amerîkayê bûye lê mixabin hinek caran, bi taybetî di rewşa Sûriyeyê de, me wekî pêwîst ji bo parastina wan kar nekir."
Senatorê Demokratan tekez kir ku ew dixwaze li Encumena Pîran bibe dengek ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera Kurdên Rojhilata Navîn û Amerîkayê de.
Trump Amerîka xist nav şerê Îranê
Mark Warner derbarê şerê Îranê û aloziyên leşkerî de, rexneyên tund li îdareya Donald Trump girtin û got:
"Serokê Amerîkayê bêyî ti planekê welatê me xist nav şerê Îranê. Ev şer bûye sedema bilindbûna bihayê sotemeniyê û ji aliyekî din ve jî cudakarî û zextên li dijî civaka Kurd a li Îranê zêdetir kirine. Her çend hikûmeta Îranê rejîmeke xerab be jî ev şer ne riya rast e."
Rûdaw: Peyama te ji bo dengdêrên Kurd ên ku li vir li Fairfax û deverên din ên Virginiayê dijîn çi ye?
Mark Warner: Pêşî, ez bi beşdariya civaka Kurd a li Virginiayê û Amerîkayê serbilind im. Rastî ev e ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn hevpeymanê herî dilsoz ê Amerîkayê bûye û hinek caran, bi taybetî di mijara Sûriyeyê de, me ji bo parastina hevpeymanên xwe yên Kurd kar nekiriye. Ji ber vê yekê hêviya min ew e wekî dengekî li Encumena Pîran, ez dixwazim bi we re bixebitim û di xurtkirina pêwendiyên di navbera civaka Kurd a li Rojhilata Navîn û ya li vir li Amerîkayê de alîkar bim.
Her wiha pêwîst e em bihayê benzînê û tiştên din jî daxin. Di şerê Îranê de jî, hikûmeta Îranê tê de xerab bûye lê ev serokê Amerîkayê bêyî ti planekê çû nav vî şerî. Vê yekê jî hişt ku asta cudakariya li dijî civaka Kurd a li Îranê bilind bibe ku ev tiştek e divê em li dijî wê bisekinin lê ev şer ne riya rast e.
Rûdaw: Senator, gava tu vegerî Encumena Pîran, dê ew mijarên herî girîng ên ku tu yê di hefte an mehên destpêkê de li ser bixebitî çi bin?
Mark Warner: Ez dixwazim dawî li vî şerî bînim û pênaseyên gumrikê bidim rawestandin. Her wiha ez dixwazim li ser çavdêriya tenduristiyê bixebitim da ku berfirehtir bibe. Her wiha ez di wê baweriyê de me ku hişê çêkirî dê bibe guherîna herî mezin a teknolojîk a jiyana me û tiştên baş tê de hene lê hinek astengiyên rasteqîn jî hene. Ez dixwazim li ser wê mijarê jî bixebitim.
Rûdaw: Hinek ji malbatên Kurd ên li vir li Amerîkayê û li Virginiayê, pêwendiya wan bi malbatên wan ên li Herêma Kurdistanê re heye ku niha herêma wan piştî vekişîna Amerîkayê ya ji Îraq û Herêma Kurdistanê, li ber mûşekên Îranê û komên mîlîsên Îraqî vekirî ye. Hûn çawa ji bo hevpeymanên xwe yên li Herêma Kurdistanê ku bi we re li dijî DAIŞê şer kirin, dixebitin?
Mark Warner: Yek ji wan tiştên ku divê em berdewam bikin ev e; em dê çawa berdewam bin li ser karkirina li wê derê? Mebesta min ew e ku civaka Kurd bi taybetî li bakurê Îraqê gelekî xurt e. Her wiha em çawa piştrast bin ku eger her çareseriyek hebe, civaka Kurd, çi li Îranê be yan li Tirkiyeyê be, ti carî neyê paşguhkirin? Ez hêvîdar im bikaribim berdewam bim ku bibim dengek ji bo wê civaka Kurd.
Ev jî ji bo piştrastbûna ji wê yekê ye ku gava em li ser dan û standina bi Îran an Tirkiyeyê re difikirin, ez dilgiran im ka Serok Erdogan li Tirkiyeyê çawa miameleyê bi civaka Kurd re dike. Ez hêvîdar im bibim ew dengê ku ew neyên paşguhkirin.



.jpg&w=3840&q=75)