Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Kongreya Amerîkayê yê Partiya Demokratan James Walkinshaw radigihîne ku gelê Kurd dostekî mezin û dîrokî yê Amerîkayê ye.
James Walkinshaw bangî Kurdên diyasporayê yên ku mafê wan ê dengdanê heye dike da ku di hilbijartinên nîvê xula kongreyê de herin ser sindoqên dengdanê.
Di hevpeyvîneke taybet a bi Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re, James Walkinshaw peyama xwe ji civaka Kurd a li Amerîkayê re şand.
Walkinshaw got, “Gelê Kurd bi salan e dostekî gelekî mezin ê Amerîkayê ye. Em li eyaleta Virginiayê gelekî spasiya civaka Kurd dikin ku li vê derê ne û di warên cuda de beşdariyeke aktîv dikin. Em dixwazin hûn zanibin ku hûn li vir gelekî biqîmet û hezkirî ne.”
"Derfeta demokratîk ji dest nedin"
Endamê Kongreyê Walkinshaw bangî Kurdên Amerîkayê kir ku vê derfeta demokratîk ji dest nedin û got:
“Eger mafê we yê dengdanê hebe, roja sêşemê herin dengê xwe bidin. Mafê xwe yê destûrî wekî welatiyekî Amerîkî bi kar bînin da ku hûn di wergirtina biryaran a di demokrasiya welatê me de beşdar bibin.”
Derbarê bernameya partiya xwe ya di egera bidestxistina piraniya kongreyê di hilbijartinên 3yê Çiriya Paşîn de, wî endamê Encumena Nûneran got:
“Eger Demokrat kontrola kongreyê bixin destê xwe, em dê yekser ji bo daxistina mesrefên jiyanê dest bi kar bikin. Ji wan jî derxistina yasayê ya ji bo kêmkirina bihayê çavdêriya tenduristiyê û vegerandina lêborîna bacê ji bo çîna navîn e.”
Rûdaw: Gelekî spas, endamê kongreyê. Ji min re bibêje hestê te derbarê vê kombûnê de çawa ye? Hestekî te yê çawa heye ku du roj beriya hilbijartinê hatiye organîzekirin?
James Walkinshaw: Em îro li vir in ku du roj beriya hilbijartinê ye, da ku em handana dawî bidin hemû xwebexşên xwe yên ku derî bi derî digerin da ku xelk ji bîr nekin roja sêşemê herin dengê xwe bidin. Ev bê guman li seranserê welêt hilbijartineke mezin e. Bi taybetî li vir li Virginiayê wisa ye, çimkî şêniyên Virginiayê ji ber siyasetên îdareya Trump û bilindbûna mesrefên jiyanê ziyan dîtine. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû dengan kom bikin û li Washingtonê guherînekê çêbikin.
Rûdaw: Gava tu piştî hilbijartinê vegerî Encumena Nûneran divê xelk li bendê çi bin? Dê tişta yekem a ku tu yê li ser bixebitî çi be?
James Walkinshaw: Eger Demokrat kontrola kongreyê bixin destê xwe, bi taybetî li Encumena Nûneran, em dê yekser ji bo daxistina mesrefan dest bi kar bikin. Em dê yasayekê ji bo daxistina mesrefa çavdêriya tenduristiyê derxînin. Ev jî bi vegerandina daxistina bacê ji bo çîna navîn e. Her wiha em dê pênaseyên gumrikê yên Trump hilweşînin ku salane 2 hezar û 500 dolarî ji malbatên Virginiayê dibe. Em dê dawî li şerê Îranê bînin ku bihayê benzîn, mazot û gubreyê bilind dike. Em dê van hemûyan bikin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, tu dizanî ku malbatên Kurd li vir dijîn û pêwendiya wan bi Kurdistanê re heye. Peyama te ji bo wan çi ye?
James Walkinshaw: Gelê Kurd bi salan dostekî mezin ê Amerîkayê bûye. Em gelekî spasiya civaka Kurd dikin ku li vir in û bi gelek awayên cuda li Virginiayê alîkar in. Ji ber vê yekê em tenê dixwazin hûn zanibin ku hûn li vir biqîmet û hezkirî ne. Eger mafê we yê dengdanê hebe, roja sêşemê herin dengê xwe bidin. Mafê xwe wekî Amerîkiyekî bi kar bînin ji bo ku hûn beşdarî demokrasiya me bibin.



.jpg&w=3840&q=75)