Balyoza Amerîkayê êrîşkirina ser armancên Îranê red nekir

13-04-2018
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
New York
New York
Nîşan New York Amerîka Sûriye Nikki Haley
A+ A-

New York (Rûdaw) – Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley li ser pirsekî peyamnêrê Rûdawê red nekir, ku li Sûriyê êrîşî pêgeh û amancên Îranê bikin.

 

Nikki Haley îro li baregaha serekî ya Encûmena Asayîşa Navdewletî di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Di navbera Amerîka, Brîtanya û Fransayê de li ser mijara Sûriyê civîneke baş çêbû. Hersê alî jî piştrast in, ku rejîma Sûriyê herî kêm 50 caran li dijî gelê xwe çekên kîmyewî bikar anîne. Berî li Xan Şeyxûn û niha jî li Dûmayê çekên kîmyewî hatine bikaranîn.”

 

Haley diyar kir, ku ji bo rûbirûbûna bikaranîna çekên kîmyewî divê mekanîzmayek hebe û got: “Lê Rûsyayê ev mekanîzma ji holê rakir. Me daxwaza mekanîzmayeke din kir lê Rûsyayê ew jî veto kir. Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ji bo dadgehkirina Esed me 6 pêşniyar kirin. Rûsyayê ev jî veto kirin. Rûsya dixwaze van binpêkirina binixûmîne.”

 

Nikki Haley da xuyakirin, ku hikûmeta Sûriyê ji bo bi lez opozîsyonê ji holê rake dest davêje çekên kîmyewî lewma jî ew û civaka navdewletî vê yekê qebûl nakin.

 

Balyoza Amerîkayê eşkere kir, ku piştî civîna li Waşîngtonê ew dê li gel Brîtanya û Fransayê biryara dawî ya derbarê Sûriyê de bidin.

 

Haley li ser pirsa Rûdawê ya, “Tu beşdarî civîna Waşîngtonê bûyî. Gelo yek ji bijardeyan lêdana armancên Îranê ye li Sûriyê?” Nikki Haley wiha bersiv da:

 

“Li Washingtonê civîneke me yê din jî heye. Lê ez nabêjim ka emê behsda çi bikin.”

 

Heftêya borî li bajarê Dumayê ku dikeve Xûteya Rojhilat a li derdora Şam a paytexta Sûriyê, li dijî sivîlan çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

 

Amerîka û welatên ewropayî tevî çend welatên herêmî yên weke Tirkiye û Erebistana Siûdiyê hikûmeta Sûriyê bi encamdana wê êrişê tohmetbar dikin, ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar û jehrî bûn.

 

Li hember vê yekê jî hikûmeta Sûriyê, Rûsya û Îran red dikin ku ew êriş ji aliyê Artêşa Sûriyê ve hatibe kirin û dibêjin, Amerîka û welatên rojavayê dixwazin bi wan hincet û îdiayan zemîneya êrişeke serbazî bo ser rêveberiya Beşar Esed amade bikin.

 

Rûsyayê pêştir ji zarê çend rayedarên xwe yên payebilind ve derbarê egera her êrişeke serbazî bo ser Sûriyê de hişyarî dabûne Amerîkayê û berpirsatiya her rewşeke xirab di demên dahatî de xistine ser milê Waşingtonê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst