'Îran dixwaze şerê li dijî Amerîkayê berfireh bike'

29-10-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Êrişên li ser bingehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê zêde bûne
Êrişên li ser bingehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê zêde bûne
Nîşan Amerîka Îran Sûriye Îraq Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Hemas û Îsraîlê rojeva hemû cîhanê ye û tirs  heye ew şer berfireh bibe.

Akadîmisyen Mehmûd Ebas behsa vê mijarê kir û got: “Îran dixwaze şerê li dijî Amerîka berfireh bike.”

Di van çend rojên borî de, êrişên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li dijî binkeyên hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, li Sûriye û Îraqê zêde bûne.

Akadîmisyen û şirovekarê siyasî Mehmûd Ebas ji Rûdawê re behsa vê mijarê kir û diyar kir ku ew êrîş girêdayî rewşa Xezeyê ne.

Mehmûr Ebas amaje bi wê yekê kir ku destê Rûsyayê di vê yekê de heye ku dixwaze li hermberî Amerîkayê şer berfireh bibe û got:

“Êrişên milîsên Îranî li ser hêzên Ameîrkî, bi taybetî li Îraq û li Sûriyeyê, li hin deverên din jî tê kirin, bi taybetî girêdayî şerê ku îro li Xezeyê dibe. Gelek jî didin xuyakirin ku Îran li pey vî şerî ye.

Bi van êrişên ku têne kirin, ew dixwazin li hemberî Amerîkayê, şer li Rojhilata Navîn berfireh bikin lê ez ne di wê baweriyê de me ku bi ser bikevin. Ez guman dikim ku Îran, Hemas û Cîhada Îslamî û Xeze bi tavayî, bûne qurbaniya stratejiya Rûsyayê li hemberî NATO û Amerîkayê.”

“Îran li pişt şerê Îsraîl û Hemasê ye”

Akademîsyenê Kurd, herwiha nîşanê bi wê yekê da ku ev êrîşên grûpên çekdar li dijî binkeyên hêzên Amerîkayê, herwiha êrişên Hemasê li Xezeyê, di çarçoveya tevgereke Rûsya û Îranê de ne, li hember Amerîkayê.

Bi gotina Mehmûd Ebas di çarçoveya şerê Ukraynayê de, Rûsya li pişt van tevgerên Îranê ye.

Di berdewamiya axavtina xwe de Mehmûd Ebas got:

“Girêdaneke stratejî ya gelek berfireh di navbera Îran, Rûsya û Çînê de heye. Çi êrişên ku li ser hêzên Amerîkî bin, çi jî şerê Xezeyê be, êrîşa Hemas û Cîhada Îslamî be, li ser sivîlên Îsraîlê, wan dixwest şerekî din çê bikin û şerekî ji bilî yê Ukrayna bê kirin ango hin bereyên din veke.

Ev jî di demekê de ku divabû Îran û Rûsya nekevin nav wî şerî. Ez bawer dikim tevî di warê stratejîk de Rûsya li pişt e. Rûsya Îran pal dide, da ku milîsên xwe tev bigerîne û zextê guşara NATOyê li ser Rûsyayê li hundirê Ukraynayê kêm bike.”

Binkeya Amerîkayê dîsa rastî êrişê hat

Duh careke din binkeya Tinefê li başûrê rojhilatê Sûriyeyê, li raserî sînorê Îraqê, rastî êrişekê bi dronan hat.

Li gorî daxuyaniyeke grûpekê bi navê "Muqawemeya Îslamî ya Îraqê", wan bi 2 dronan êrişî binkeya Tinefê kiriye.

Îranê jî ragihandibû ku piştî êrişa balafirên Amerîkayê li dijî binkeyên grûpên ser bi Îranê, li bajarokê Elbûkemal li Sûriyeyê, wan binkeya Zeviya el-Omerê mûşekbaran kiriye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ragihand ku ew dê bêyî dudilî bersiva wan êrişên Îranê û milîsên wê bidin, ku li dijî hêzên Amerîkayê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst