'Li Sûriyeyê nîşanên berfirehbûna rûbirûbûna Amerîka û Îranê hene'

30-10-2023
Hisên Omer
Amerîkayê êrişî karwaneke barhilgirên milîsên ser bi Îranê ve bombebaran kir
Amerîkayê êrişî karwaneke barhilgirên milîsên ser bi Îranê ve bombebaran kir
Nîşan Amerîka Sûriye Îran Xeze Îsraîl Dr. Mihemed Xalid Şakir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Amerîkayê şeva yekşemê li nêzîkê bajarê Bûkemalê yê li ser sînorê Sûriye û Îraqê êrişî karwaneke barhilgirên milîsên ser bi Îranê ve kir.

Piştî şerê li Xezeyê êrişên li ser binkeyên Amerîkayê yên li Sûriye û Îqaqê zêde bûn.

Milîsên ser bi Îranê ve jî bi roketan êrişî binkeya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Zeviya el-Omerê kir.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Îsraîlê şeva yekşemê 2 pêgehên artêşa Sûriyeyê yên li parêzgeha Deraayê kirine armanc.

Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku çend roket ji nav axa Sûriyeyê avêtine Îsraîlê û hêzên wan çend pêgehan li Sûriyeyê kirine armanc.

Mamostayê Yasaya Navdewletî û Kordînatorê Giştî yê Kombenda Demokratîk a Ereban Dr. Mihemed Xalid Şakir ji Californiayê  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Mamosteyê Yasaya Navdewletî Dr. Mihemed Xalid el-Şakir diyar kir nîşanên berfirehbûna rûbirûbûna Amerîka-Îranê li ser xaka Sûriyeyê hene.

Herwiha Dr. Şakir ku bixwe xelkê Parêzgeha Dêrezorê ye tekez kir lawaziya rewşa Sûriyeyê rê li ber berfirehbûna rûbirûbûnê li Sûriyeyê xweş dike û wiha pê de çû:

“Lawaziya Sûriyeyê, tinebûna prosesa siyasî, nebûna cîbicîkirina biryara madeya 2254ê ku hemû welatan li serê lihev kiribûn, rê li ber berfirehbûna vê milmilaneyê xweş dike.

Bi taybetî jî hêviya Îranê heye xeta Tehranê yan jî ku wekî korîdora Îranî tê naskirin Amerîka hewl dide wê bibire.

Lê ev yek nebû sedema siyaseta blokkirina taktîkî ku Amerîka di derbarê Sûriyê de dimeşîne.

Di derbarên dosyayên derekî de li gel Rûsyayê negihîştin bi tu lihevkirinan.”

Ji destpêka şerê li Xezayê ve, Îsraîlê 14 caran êrîş biriye ser xaka Sûriyê.

Balafirên şer ên Amerîkayê jî 2 caran êrişî pêgehên milîsên Îranê yên li rojhilatê Sûriyeyê kirine.

Lewma, çavdêr û şopîner wiha dibînin ku egera veguhestina şerê Xezayê bo nav xaka Sûriyê jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst