New York (Rûdaw) - Piştî êrişên dawî yên Îsraîlê li ser Îranê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Îranê bi awayekî lezgîn civiya û bang li her du aliyan kir ku pevçûnan rawestînin.
Tevî hemû bangan şer û pevçûnên her du aliyan berdewam dikin.
Di civînê de nûnerên Îran û Îsraîlê gotinên tund li hemberî hev bikar anîn û her du aliyan destnîşan kir ku pevçûn dê berdewam bikin.
Îsraîlê diyar kir ku wan biryar hildaye êrişên ku dane destpêkirin dê xilas bikin.
Li aliyê din, Îranê jî Amerîka sucdar kir û diyar kir ku Îsraîlê bi alîkariya Amerîkayê êrişî Îranê kiriye û dê mafê xwe yê xweparastinê bikar bîne.
Îran: Em dê li cih û dema ku em hilbijêrin bersivê bidin
Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrevanî behsa êrişa Îsraîlê kir û got:
"Komara Îranê mafê xwe yê xwezayî yê parastinê piştrast dike, wekî ku di xala 51an a Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye destnîşankirin.
Îran dê di demek, li cîhek û bi rêbazên ku ew hildibijêre de bi awayekî biryardar û rêjeyeke diyarkirî bersivê bide van êrişan.
Ev ne gef e. Ev encama xwezayî, yasayî û pêwîstiya êrişeke leşkerî ye."
Amerîka: Encam dê ji bo Îranê xirab bin
Amerîkayê eşkere kir ku Îsraîlê beriya ku êrişî Îranê bike, ew agahdar kiribûn lê ew beşdarî êrişê nebûne.
Amerîkayê bang li Îranê kir ku êrişî mirov û navendên Amerîkayê neke û daxwaza çareseriyeke dîplomatîk kir.
Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî McCoy Pitt jî wiha got:
"Bila ez bi awayekî zelal bêjim, divê ti wekîlê hikûmetê yan aktorekî serbixwe welatiyên Amerîkî, baregehên Amerîkî an jî binesaziyên din ên Amerîkî li herêmê hedef negire.
Encamên vê yekê ji bo Îranê dê pir xirab bin."
Her wiha Rusyayê di civînê de bal kişand ser xetereyên êrişên li ser navendên bernameyên nûkleerî û Amerîka û dewletên Ewropayê sucdar kir.
Nûnerê Rusyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia jî got:
"Berpirsiyariya tiştê ku qewimî, ne tenê ya Îsraîlê ye lê di heman demê de ya hevalbendên wê yên herî nêzîkê jî.
Ev encama rasterast a razîbûna welatên rojavayî ye ku bi mehan bi zanebûn û bi rêbazî hestên dijî Îranê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û li Lijneya Rêvebir a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) gur kirin."
Rêvebirê IAEA: Navenda nûkleerî ya Natanzê zerer dîtiye
Birêvebirê IAEAyê di civînê de ragihand ku di êrişên Îsraîlê de navenda nûkleerî ya Îranê ya bi navê Natanzê zerer dîtiye.
Li gorî agahiyên ku hatine dayîn, qada jorîn a navendê di êrişê de ji holê rabûye lê qada jêrîn niha normal dixebite û xetereyeke radyolojîk nîne.
Ajansê diyar kir ku derfeta wan tune ku ew baştir testan bikin derbarê rewşa xetereyê de lê bang li hemû aliyan kir ku navendên nûkleerî nekin armanca êrişan.
“Rêyêm dîplomatîk bişopînin”
Bi giştî endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku nabe Îran bibe xwediyê bernameya nûkleerî û xwestin ku pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin.
Konseyê her wiha bang li Amerîkayê jî kir ku bi Îranê re pirsgirêka bernameya nûkleerî bi rêya dîplomatîk çareser bike.
Tevî van bangan, rewşa di navbera Îran û Îsraîlê de hîn jî aloz e û xetera pevçûnên mezintir berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse