Pap dê serdana Başûrê Kurdistanê bike

14-07-2019
RÛDAW
Nîşan Vatîkan Kurdistan Pap Franciscus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê ruhanî yê mesîhiyên Katolîk û Serokê Dewleta Vatîkanê, Pap Franciscus sala bihê serdana Herêma Kurdistanê dike.

 

Ajansa Vatîkan Newsê, serdanên Pap ên di sala 2020an de belav kir. Di salnameya serdanên Pap de, hatiye ragihandin ku di sala bihê de, Pap Franciscus dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike.

 

Pap Franciscus di meha Sibata îsal de li Ebûzebî ya paytexta Îmaratê di çarçoveya rêkeftina li gel Şêxê Ezherê, Îmam Ehmed el Teyib de ya ji bo rûbirûbûna tundrewiyê îmze kiriye, dest bi geştekê bo Rojhilata Navîn dike.

 

Di vê çarçoveyê de, Pap dê serdana Bexda ya paytexta Iraqê û bajarê Necefê bike û li Necefê dê li gel oldarê mezin ê Şîeyên Iraqê, Ayetullah Elî Sîstanî bicive.

 

Piştre Pap dê serdana Başûrê Kurdistanê bike û li Hewlêra paytext li gel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê û nûnerên Krîstiyanan hevdîtinan pêk bîne.

 

Neçirvan Barzani Vatikan'da Papa ile görüştü

Di dema serokwezîriya xwe de, Nêçîrvan Barzanî di meha Kanûna 2018an de serdana Vatîkanê kiribû û li Koşka Apostolîk hevdîtin li gel Pap Franciscus pêk anîbû.

 

Herwiha di demên bihorî de, Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih jî nameyek ji Pap Franciscus re şandibû û bi fermî ew ji bo serdana Iraqê vexwandibû.

 

Li gor serjimariya sala 1987an, li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê derdora 1.5 milyon krîstiyan dijîn.

 

Di wan salên dawiyê de û ji ber tundûtîjiyên li Iraqê û herwiha şerê DAIŞê, gelek ji krsîtiyanan Iraq terikandine û li gor texmînan, niha di navbera 400,000 heta 600,000 kesên krîstiyan li Iraqê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst