کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: Vladimir Gerdo, AFP

Wêne: Vladimir Gerdo, AFP

Cîhan

Beşar Esed şert û mercên hevdîtina bi Erdogan re eşkere kir

Kamîz Şeddadî

Kamîz Şeddadî

16-03-2023
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî16-03-2023
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê

Nûçeyên Têkildar

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da
Cîhan26-11-2026

Komeke parlamenterên Almanyayê li ser aloziyên Hewlêr û Bexdayê hişyarî da

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene
Cîhan26-11-2026

Li Misirê tankerek teqiya: Bi dehan mirî û birîndar hene

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir
Cîhan25-11-2026

Brîtanyayê polîtîkaya penaberiyê ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nû kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsyayê re di hevpeyvînekê de ligel ajansa RIA Novosti ragihand ku ew amade ye tenê piştî vekişîna hêzên Tirkiyê ji Sûriyê, ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.

Serokê Sûriyê li ser pirseke ajansa Rûsî ya derbarê mijarê de got,  “Herçend hevdîtina ligel Erdogan; ev yek bi gihiştina wê qonaxê ve girêdayî ye ku divê Tirkiye bi rengekî zelal û bê dudilî ji bo vekişîna tam ji axa Sûriyê, ji rawestandina piştgiriya ji terorê re; û vegerandina rewşê bo rewşa berî destpêkirina şer li Sûriyê re amade be. Ev yekane bijarde ye ku hevdîtina min û Erdogan tê de pêk were.”

Serokê Sûriyê axaftina xwe bi pirseke retorîkî wiha berdaw kir, “Bi ser de jî, qîmetê civîneke wiha çi ye, û çima divê pêk were; ku ji wê yekê encamên dawî ji bo şerê Sûriyê dernekeve?” Bi gotina Esed, Tirkiye bi piştgirîkirina wan rêxistinên ku Şam wek terorîst dibîne, û bi xistina tevgerê ya hêzên xwe di nav axa Sûriyê de, roleke nerênî di şerê Sûriyê de lîstiye.

Beşar Esad herwiha got, “Ji bo me Tirkiye dewleteke dagirker e.” Beşar Esed di vê mijarê de amaje bi rola Rûsyayê kir û got: “Rûsya bi berdewamkirina peywendiyên xwe yên baş ligel herdu aliyên Sûriyê û Tirkiyê, roleke girîng dibîne.”

Esed dibêje, “Em baweriya xwe bi aliyê Rûsî tînin, ji ber rola wê ya navbênkariyê di asankirina van peywendiyan de. Ji xwe Rûsya siyaseta xwe ya navbênkariyê li ser bingehên wek: rêzgirtina li yasayên navdewletî, naskirina serweriya dewletan; redkirina terorê; rêzgirtina li yekparçeyiya axa Sûriyê û serweriya dewleta Sûriyê li ser axa wê; herwiha pêwîstiya vekişandina hêzên çekdar ên biyanî yên ne rewa ji Sûriyê dimeşîne.”

Pirsên