Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Brîtanya, Boris Johnson dibêje, guhertina desthilatê li Îranê ne armanca wan e, lê ev yek dê her rû bide.
Boris Johnson di parlamentoya welatê xwe de bersiva pirsên parlamenteran ên derbarê rêkevtina etomî ya Îranê, vekişîna Amerîkayê ji rêkevtinê û mana Brîtanya di rêkevtinê de da.
Boris Johnson ragihand, bi bawera wî, berjewendiya Brîtanya di vê yekê de ye ku di rêkeftina etomî de bimîne, ji bo ku berjewendiyên xwe yên bazirganî yên li Îranê biparêze.
Di derbarê nêrîna Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîka, John Bolton de ku behsa guhertina desthilatê li Îranê dike, pirs ji Johnson hate kirin û wî di bersivê de got, “Brîtanya li pey guhertina rejîma Tehranê nîne, lê di pêşerojeke nêzîk de ew yek dê rû bide. Dibe ku guhertina desthilatê rewşê baştir jî neke, ji ber ku kî dizane ku Qasim Sulêymanî û Supaya Pasdaran rewşek çênekiribin ku piştî Elî Xaminêyî desthilata Îranê negrin destê xwe.”
Johnson wiha axivî: “Pêwîst e gelek rastbêj bim li gel we yên birêz, ku dibe di demeke nizîk de em guhertina rijêmê bibînin, lê ez nikarim bi temamî bêjim ku ew guhertin dê ber bi rewşeke baştir bibe, ji ber ku ez weke lojîkekê dibînim ku Qasim Sulêymanî bi Supaya Pasdaran bikare bigihe pêgeheke gelek baş ji bo ku deshilatê ji ayetullah Xaminêyî werbigire, ev weke mînakekê.”
Her têkildarî rewşa Îranê, Balyoza Amerîka li Netewên Yekgirtî, Nikki Haley jî Tehran bi handana tundûtîjiyê li kerta Xeze tohmetbar kir û got: “Di van rojên dawiyê de terorîstên Hemasê ku ji aliyê Îranê ve piştevaniya wan tê kirin, êrîşî ser hêzên ewlehiya Îsarîlê û jêrxana wî welatî kirine. Pêwîste ew tundûtîjî bala me jî rabikêşe.”
Nikki Haley rexneyên tund li Îranê girt û diyar kir, ku ew welat li derve tundûtîjiyê belav dike û li navxwe jî xelkê xwe ji mafên seretayî bêpar dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse