Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew naxwaze li Îranê guhertina rejîmê bibîne û got ku ev guhertin dê "bibe sedema aloziyê."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo beşdarî Lûtkeya NATOyê bibe ber bi bajarê Den Haagê yê Holendayê bi rê ket.
Lûtkeya NATOyê di navbera 24-25ê Hezîranê de li bajarê Den Haagê yê Holendayê tê lidarxistin.
Donald Trump di balafirê daxuyanî da rojnamegeran.
Trump da zanîn ku ew naxwaze li Îranê "guhertina rejîmê" bibîne û got ku ev guhertin dê bibe sedema aloziyê.
Derbarê Xala 5emîn a Peymana NATOyê ya ku soza parastina hevpar dihewîne de, Trump diyar kir ku gelek "pênaseyên" vê xalê hatine kirin û wiha got:
"Dema ez biçim wir, ez dê pênaseyeke tam bidim we. Ez naxwazim niha li balafirê vê yekê bikim."
Trump got ku li NATOyê "bi sîstemeke hevpar dê aştiyeke bihêztir çêbibe" û wiha pê de çû:
"Dema ez çûm NATOyê, gava min cara yekem dest bi van hemû tiştan kir, ew hejar bûn.
Wekî ku gelek zû bû, 9 sal berê bû, ne wisa? Lê ew hejar bûn û min yekser ev yek fêm kir. Min got, 'Hûn hejar in'."
Serok Trump tekez ku di vê mijarê de divê welat "xerciyên xwe ji bo NATOyê bidin û niha didin."
"Putin ji bo mijara Îranê pêşniyara alîkariyê kir"
Trump her wiha derbarê Şerê Rûsya-Ukraynayê de anî ziman ku ew dixwaze bi Moskowê re bigihîje rêkeftinekê û wiha anî zimê:
"Hûn dizanin (Serokê Rûsyayê Vladimir Putin) Vladimir li min geriya. Got, 'Ez dikarim di mijara Îranê de alîkariya te bikim?' Min got, 'Na'.
Min got, 'Pêdiviya min bi alîkariyê ji bo Îranê nîne. Derbarê te de pêdiviya min bi alîkariyê heye'. Hêvîdar im em dê di nêzîk de bi Rûsyayê re li hev bikin."
Serok Trump, bal kişand ser wê yekê ku piştî bipêşketinên li Rojhilata Navîn nirxê petrolê daketiye 10 dolaran û got:
"Min daxuyaniyek da. Bihayan daxin, ji ber ku dema nirxên enerjiyê dakevin, gelek kes dikarin bikevin tevgerê û kêmtir pevçûn çêdibin."
Trump ragihand ku heta ku hemû pevçûn bi dawî bibin ew dê nirxan kêm bihêlin.
Serokê Amerîkayê Trump, tekez kir ku birêvebiriya Îranê li pêşiya bipêşketina welêt dibe asteng û peyam dabû ku ew bi erênî li fikra "guhertina rejîmê ya Îranê" dinêre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse