Antalya (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Barack Obama ragihand: “Herêma tampon an jî herêma ji balafiran re qedexekirî ji bo armanca me metirsî ye.”
Barack Obama ku bi mebesta beşdarîkirin di civîna Lûtkeya welatên G20 de ya li bajarê Antalya ya Tikriyeyê de got: “Herêma Tampon an jî herêma qedexekirî ji balafiran re bo pêkanîna armanca me xeter e. “
Obama herwiha got: “Eger em tiştekî wisa pêk bînin, hêzên bejayî pêwîste beşdarî di operasyonan de bikin.”
Obama da xuyakirin: “Hêzên me dikarin heya Mûsil û Reqa û Rumadî biçin, lê em naxwazin serpêhatiyên me yên berê dubare bibin. Em ji ber wê yekê dudilin.”
Serokê Amerîkayê herwiha tekez kir, heya niha balafirên şer ên hevpeymanna 8 hezar êriş li dijî DAIŞê li Sûriyê pêk anîne.
Obama got ku di civîna G20an de ew li hember terorê bi tevgereke yekitî sekinîne.
Obama amaje kir hin alî li bendê ne ku stratejiya wan a li dijî DAIŞê were guhertin, lê ev stratejî naguhere, di dawiya rojê de stratejiya heyî dê bibe stratejî. Obama diyar kir, xelet e ku leşkerên Amerîkayê bişînin Rojhilata Navîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse