Li Amerîkayê Komariyan piraniya Civata Nûneran bi dest xistin

17-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartina nîvdemê ya Kongresa Amerîkayê de ku di 8ê Mijdarê de hat lidarxistin, Komariyan bi bidestxistina 218 kursiyan piraniya Civata Nûneran misoger kirin.

Hejmartina dengan ji bo hilbijartinên navdemê yên Kongresê li Amerîkayê berdewam dike, nemaze li eyaletên herî qelebalix ên wek Kalîforniya û Kolorado.

Li gor nûçeya Associated Press (AP), Komariyan kursiya navçeyek din li eyaleta Kalîforniyayê bi dest xistin, û hejmara kursiyên wan di Civata Nûneran de gihîşt 218an û bi vî awayî di Civata Nûneran de piraniya kursiyan misoger kirin.

Ji aliyekî din ve, Demokratan heta niha 210 kursî bi dest xistine, lê 7 navçe li Kalîforniyayê û Koloradoyê hene ku hîn encamên wan ne diyar in.

Li sê navçeyan Komarî û li çar navçeyên din jî Demokrat li pêş in.

Partiya ku 218 kursiyên Civata Nûneran bi dest dixe, piraniya encûmenê bi dest dixe û serokatiya encûmenê jî di nav de serokatiya hemû komîsyonan jî bi dest dixe.

Kevin McCarthy ku tê çaverêkirin bibe serokê nû yê encûmena nûneran a Amerîakyê, li ser twitterî serkeftina Komarîxwazan di hilbijartinan de ragihand û got, “Komariyan Civata Nûneran ji Pelosî standin. Gelê Amerîkî amade ye ku ber bi rêyek nû ve biçe, û Komarîxwazên Civata Nûneran jî amade ne ku vê yekê bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden pîrozbahî li McCarthy kir û got ku ew amade ye bi Komarîxwazan re bixebite.

Biden got, “Wekî ku min hefteya bihorî got, “paşeroj pir ji wêya bi qîmettir e ku bibe eîrê şerên siyasî. Gelê Amerîkî dixwaze ku em ji bo wan karsaziyê bikin. Ew dixwazin ku em bala xwe bidin ser tiştên ku ji wan re girîng in û jiyana wan baştir bikin.”

Di Senatoyê de jî ku hejmara kursiyên wê 100 kursî ne, heta niha 99 kursî hatine yekalîkirin û demokratan 50 kursî bi dest xistine û Komariyan jî 49 kursî.

Niha tenê kursiya eyaleta Corciya (Georgia) maye ku hêj çarenivîsa wê nehatiye diyarkirin. Lê belê ti bandora wê li ser guhertina hevsengiya di Senatoyê de nemaye, ji ber ku aniha jî Demokratan piraniya Senatoyê bi dest xistine, ji ber ku bi dengê Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Haris ew dibin xwediyên 51 dengan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst