Bi dehan welat li Neteweyên Yekbûyî li dijî biryara Îsraîlê derketin

1 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Îsraîl Filistîn Neteweyên Yekbûyî Xeze Şerîeya Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerên zêdetirî 80 welat û rêxistinan li Neteweyên Yekbûyî biryareke nû ya Îsraîlê ya ji bo berfirehkirina desthilata wê ya li Şerîeya Rojava ya Filistînê şermezar kir.

Nûnerê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî Riyaz Mensûr ragihand:

"Em bi tundî biryar û tedbîrên yekalî yên Îsraîlê şermezar dikin ku armanca wan berfirehkirina hebûna neyasayî ya Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya Filistînê ye.

Ev biryar li dijî pêbendiyên Îsraîlê yên li gorî yasayên navneteweyî ne û divê demildest bên betalkirin."

Alîkariya ji bo Xezeyê

Gelek ji wan welatên ku li derveyî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştgirî da Filistînê, endamên "Komîteya Aştiyê" ne.

Ew komîte di çarçoveya projeya îdareya Trump a ji bo jinûveavakirina Xezeyê de ye.

Komîte dê pêncşemê li Washingtonê bicive da ku soza alîkariya 5 milyar dolarî ya ji bo jinûveavakirina Xezeyê ya piştî şer ragihîne.

"Pêdiviya me bi her alîkariyekê heye"

Li Xezeyê, rêxistinên navneteweyî gazinan dikin ku Îsraîlê karên wan sînordar kirine.

Ev yek jî bûye sedem ku nikaribin bi lez wî bajarê wêranbûyî ava bikin, ku beriya şerê dawî zêdetirî du milyon kes lê dijiya.

Birêvebirê Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Alexander De Croo ji Rûdawê re ragihand:

"Di vê rewşa niha de, bi rastî pêdiviya me bi her destî heye.

Bi rastî dema wê ye ku her kes bi hev re bixebite.

Her cure piştgirî, çi darayî be, çi îdarî û çi li qadê be, cihê destxweşiyê ye.

Li Xezeyê 2 milyon û 200 hezar kes hene ku di rewşeke gelekî dijwar de dijîn.

Ji ber vê yekê, her alîkariyek ji bo dabînkirina rêyên zêdetir bi awayekî ewle dê alîkariya wan bike."

Îsraîl: Astengî ji ber sedemên ewlehiyê ne

Îsraîl dibêje ku rewş aloz e. Berpirsên Îsraîlê dibêjin ku sînordarkirin ji ber sedemên ewlehiyê ne.

Wekî mînak, ew dibêjin ku rê nadin hin kel û pelên avahîsaziyê derbasî Xezeyê bibin, ji ber ku dibe ku Hemas wan ji bo çêkirina tunel û çekan bi kar bîne.

Di demekê de ku nîqaş li Neteweyên Yekbûyî didomin, paşeroja vejandina Xezeyê û jiyana bi milyonan kesên li wir nediyar dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst