Li Pakistanê teqîn, mirî hene

1 demjimêr berê
Nîşan Pakistan Teqîn Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Pakistanê ragihand ku îro li bakurrojavayê welêt di teqînekê de herî kêm 3 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Teqînê li sûka bajarê Wanayê ya navenda Wezîristana Başûrê ya li nêzîkî sînorê Efxanistanê rû daye.

Hat diyarkirin ku teqîn bi rêya bombeyeke vedayî hatiye kirin.

Otomobîla serokê eşîrê hat hedefgirtin

Birêvebirê Polîsê herêmê Mihemed Tahir ji rojnamegeran re eşkere kir ku di teqînê de otomobîla serokê eşîra Ehmedzaiyê hatiye hedefgirtin.

Wî diyar kir ku serokê eşîrê di nav wan kesan de ye ku canê xwe ji dest daye.

Eşîra Ehmedzaiyê zêdetirî ji sedî 60î nifûsa wê herêmê pêk tîne. Heta niha ti komê berpirsyariya vê êrişê ranegihandiye.

TTP li wê herêmê çalak e

Herêma Wezîristana Başûr wekî navenda damezirandina “Tehrîkî Talîbanî Pakistan” (TTP-Talîbana Pakistanê) tê naskirin.

TTP rêxistineke sîwan e û gelek komên çekdar ên li Pakistanê li bin baskê wê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst