Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyeke tund hişyarî da Îranê û got, "Eger na dê tiştek ji wan nemîne."
Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê peyamek belav kir.
Trump di peyama xwe de bal kişand ser Îranê û xwest ku Îran bi lez tevbigere.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe ya li ser Truth Socialê de wiha got:
"Ji bo Îranê dem diçe û baştir e ku ew tevbigerin, BI LEZ, eger na dê tiştek ji wan nemîne. DEM GELEKÎ GIRÎNG E!"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse