Astengiya li pêşiya aştiyê: Kyiv radestkirina Donbasê red dike

1 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Kyiv radestkirina Donbasê red dike / Wêne: Ji ber dîmenan
Kyiv radestkirina Donbasê red dike / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Rûsya Ukrayna Şer Agirbest
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Agirbesta 3 rojî ya di şerê li Ukraynayê de ku bi destpêşxeriya Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibû ragihandin, tenê 3 rojan berdewam kir û bi dawî bû.

Tevahiya cîhanê li bendê bû ku ev agirbest were dirêjkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di dema agirbestê de daxuyaniyeke balkêş da û got, "Şerê li Ukraynayê nêzîkî temambûnê ye."

Vê daxuyaniyê hêviyên ji bo aştiyê xurttir kirin.

Putin her wiha cara yekem banga dan û standinan bi Ewropayê re kir û Serokwezîrê berê yê Almanyayê Gerhard Schroder wekî navbeynkarekî guncav bi nav kir.

Lê belê, parlamenterê Dûmayê yê ji Partiya Rûsyaya Yekbûyî Yevgeny Fedorov îdia kir ku şerê li Ukraynayê hîn ji bidawîbûnê pir dûr e.

Fedorov li ser helwesta Washingtonê got:

“Amerîka bê guman, bi dawîanîna şerê li Ukraynayê re ne eleqedar e.

Bi şerê li Ukraynayê re, ew pirsgirêkên ewlehiya xwe çareser dikin.

Bi taybetî, têkşikandina jeopolîtîkî ya Rûsyayê armanc dikin ku metirsiya çekên stratejîk ji holê bê rakirin.

Ew çekên ku Rûsya her dem dikare bişîne Amerîkayê.

Loma bendewariya ku Amerîka bi her cureyekê hewl dide şerê li Ukraynayê bi dawî bîne, hêviyeke pir bi safîtî ye.”

Dronên Ukraynayê û şirketên li Ewropayê

Beriya banga Vladimir Putin a ji bo dan û standinên bi Yekîtiya Ewropayê re, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê lîsteya 8 welatên Ewropayê weşand.

Di lîsteyê de navnîşanên şaxên şirketên Ukraynayî yên li Ewropayê cih girtin ku ji bo êrişên kûrahiya erdên Rûsyayê dronan hildiberînin.

Dîplomat û mamosteyê Zanîngeha MGIMOyê Igor Istomov diyar kir ku di rojevê de agirbesteke demdirêj nîne û anî ziman:

“Rûsya hewl dide sedemên sereke yên vî şerî ji holê rake.

Wekî em dibînin, ne Kyiv, ne jî hevpeyman û sponsorên wê yên Ewropî, ne amade ne ku pêgeha Rûsyayê qebûl bikin.

Loma ez di perspektîveke nêzîk de di pêvajoya gotûbêjan de ti bipêşketinên rastîn nabînim.”

Alîkarê Serokê Rûsyayê Yuri Ushakov jî eşkere kir ku astengiya sereke ya li pêşiya pêkanîna aştiyê, mijara beşeke Donbasê ye.

Ev herêm niha di bin kontrola Ukraynayê de ye û Kyiv radestkirina wê ya Rûsyayê red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst