Çîn: Şer dê li Sûriye û welatên din jî belav bibe

18-06-2025
Sinan Tunçdemir
Civîna Konseya Ewlehiyê /Wêne: Rûdaw Grafîk
Civîna Konseya Ewlehiyê /Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Konseya Ewlehiyê Sûriye Îran Îsraîl HSD Fu Cong
A+ A-

New York (Rûdaw) - Endamên Konseya Ewlehiyê bi fikar in ku şerê Îran û Îsraîlê li Sûriyeyê belav bibe.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyeyê civiya lê mijara serekî Îran bû.

Di civînê de, ji bilî Amerîkayê, endamên din ên Konseya Ewlehiyê û Cîgira Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê Najat Rochdi amaje bi metirsiya belavbûna şerê Îran û Îsraîlê li herêmê, bi taybetî li Sûriyeyê, kir.

"Sûriye bi tenê nikare li ber pêlek din a nearamiyê bisekine"

Cîgira Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê Najat Rochdi dilgiraniya xwe wiha anî zimên:

"Divê ez ji vê Konseyê re behsa fikara kûr a Nûnerê Taybet bikim derbarê encamên muhtemel ên zêdebûneke din a aloziyan, ne tenê ji bo herêma berfireh, lê bi taybetî ji bo Sûriyeyê.

Sûriye bi tenê nikare li ber pêlek din a bêîstîqrariyê bisekine.

 Zêdebûna aloziyan li herêmê, dê rasterast bandorê li pêvajoya aştiyê ya Sûriyeyê bike."

Di civînê de Rûsya û Çînê jî bal kişand ser pirsgirêka çekdarên biyanî yên ku tevlî artêşa Sûriyeyê bûne.

Her du welatan diyar kir ku ev yek cihê metirsiyê ye û metirsiya xwe ya belavbûna şer li Sûriyeyê dubare kir.

"Şer dê li Sûriye û welatên din jî belav bibe"

Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Fu Cong êrişên Îsraîlê yên li Îranê şermezar kir û got:

"Çîn ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê ku bûne sedema zêdebûna aloziyên leşkerî, pir nîgeran e.

Em binpêkirina serwerî, ewlehî û yekparçeyiya axa Îranê ji aliyê Îsraîlê ve şermezar dikin.

Eger pevçûn di navbera Îsraîl û Îranê de berdewam bike û berfirehtir bibe, dê li Sûriye û welatên din jî belav bibe û bêguman Rojhilata Navîn dê zerareke mezin bibîne."

"Êrişên Îsraîlê rewşa Rojhilata Navîn aloztir dikin"

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yebûyî Vassily Nebenzia bandora şer a li ser Sûriyeyê wiha bi lêv kir:

"Çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê rewşa li tevahiya Rojhilata Navîn aloztir dikin.

Pêla nû ya aloziyan di çarçoveya rûbirûbûna Îran û Îsraîlê de ne tenê ji bo Sûriyeyê, lê di heman demê de ji bo welatiyên Sûriyeyê jî dê bibe pirsgirêkeke mezin."

Di civînê de Amerîkayê rasterast behsa şerê Îranê nekir lê Fransa û Brîtanyayê jî amaje pê kir ku şerê Îran û Îsraîlê dê bandorê li ser herêmê û bi taybetî jî li Sûriyeyê bike û divê her du alî jî aloziyan kêm bikin.

Ji aliyê din ve, Îranê got ku di destpêkê de Îsraîlê bi erêkirina Amerîkayê êrişî wan kiriye û ew dê mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin û bersiva Îsraîlê bidin.

Di civînê de hin mijarên din ên girîng ên derbarê Sûriyeyê de jî hatin rojevê.

Bi taybetî jî bang hate kirin ku peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de were bicîkirin.

Her wiha, berpirsên Neteweyên Yekbûyî jî destnîşan kir ku ji bo dan û standinan têkiliyên wan bi Şam û Rêveberiya Xweser re kûrtir dibin.

Wan her wiha hevdîtina di navbera heyeta Rêveberiya Xweser û Şamê de, ya ku di destpêka meha Hezîranê de pêk hatibû, wekî gaveke girîng nirxand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst