Trump: Dibe ku em li tesîsên atomî yên Îranê bidin

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Dibe ku em li tesîsên atomî yên Îranê bidin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump her çend li pêşberî rojnamegeran got ku ew dê bersiva pirsên derbarê lêdana baregehên atomî ya Îranê nede lê bi kurtî got, “Dibe ku em li baregehên atomî yên Îranê bidin."

Donald Trump di roja 6an a şerê Îsraîl û Îranê de daxuyaniyek da.

Trump diyar kir ku Îran bi temamî bê parastin e û got, “Diviyabû Îranê berê qebûl bikira ku li ser maseyê dan û standinan rûne. Lê hê jî ne dereng e.”

Serokê Amerîkayê li ser pirsa gelo Amerîka dê tevlî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de bibe yan na, wiha got:

“Ez dikarim bibim jî û nebim jî. Kes nizane ez dixwazim çi bikim.

Lê ez dikarim bibêjim ku pirsgirêkên Îranê pir in û dixwaze dan û standinan bike."

“Kes nizane ez dê çi bikim”

Trump li ber Koşka Spî daxuyanî da çapemeniyê û got, "Niha û hefteyek berê cudahiyeke mezin heye. Kes nizane ez ê çi bikim."

Trump diyar kir ku Îranê pêşniyara hevdîtinê li Koşka Spî kiriye lê hûrgiliyên wê neda.

Bi gotina Trump Îran welatekî bi temamî bê parastin e wî îdia kir ku parastina wan a asmanî nîne.

Trump di berdewamiya daxuyaniyên xwe de got, “Min ji wab re got, 'Çima we beriya du hefteyan bi min re dan û standin nekir?

We dikarîbû peymaneke baş bikira. Welatekî we dê hebûya."

Trump diyar kir ku dibe ku hefteya bê tiştên mezin çêbibin û got, “Em dê bibînin ka dê çi bibe, tiştek xilas nebûye."

Wî her wiha da zanîn ku duh bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axiviye û Putin pêşniyar kiriye ku navbeynkariyê di navbera Îran û Îsraîlê de bike.

“Êdî sebra min nema”

Trump herî dawî got, “Êdî sebra min nema. Min ji Netanyahu re got berdewam bike.”

Serokê Amerîkayê ji Rêberê Dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî jî re got, “Bextê te xweş be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst